ENQERE - Meşa CHP'ê ya Edaletê di pêşengiya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu de dest pê kir. Meşê ji Parka Guvenparkê dest pê kir.
CHP'ê bi armanca girtina Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Enes Berberoglu şermezar bike li Guvenparkê kom bû û dest bi "Meşa Edaletê kir. Meşvanan dowîzên "Tenê edalet" rakirin û ber bi Sihhiyê ve meşiyan. Beriya meş dest pê bike Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû daxuyaniyek da û got: "Em bi rejîmeke dîktayê re hevrû bûne. Em naxwazin bi rêveberiya dîkta re bijîn. Em naxwazin li welatekî wiha ku pergala dadmendiyê lê nîn e bijîn. Em dibêjin, êdî bes e!. An wê dadmendî were vî welatî an jî dadmendî. Weke min got heke berdêl hewce bin em ê berdêlê bidin. Ji bo siberoja vî welatî divê em bi hev re têbikoşin.
Di girtina Berberoglû de para CHP’ê zêde ye. Di rakirina destnedana wekîlan de CHP, MHP û AKP dengê ‘erê’ dabûn. Guherîn bi 376 dengan ji meclîsê derketibû û piştre jî gelek wekîlên HDP’ê hatibûn girtin. Beriya ku were girtin Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş 18’ê Nîsana 2016’an hişyarî dabû CHP’ê û gotin, "divê kemîna ku hatî danîn baş were hesabkirin." Wekîlê HDP’ê Sirri Sureyya Onder jî gotibû hedefa pêşî HDP jî be dor wê were CHP’ê jî.