Li parka Maçka nabeta edaletê girtin

ÎZMÎR- STENBOL - Rêveberên CHP'ê bi armanca girtina Parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu şermezar bike li Parka Demokrasî ya Maçka "Nobeta Edaletê" pêk anîn. CHP'îyên xwestin bimeşin rastî astengiya rêveberan hat.

Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê bi armanca girtina parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Enis Berberoglu şermezar bike li Parka Demokrasiyê ya Maska ya Beşîktaşê çalakiya "Nobeta Edaletê" pêk anîn. Di çalakiya li parkêde pankart û dowîzên li ser "Edalet" nivîsandibûn vekirin. Parlamenterê CHP'ê yê Yalova Muharrem İnce, Şaredarê Berê yê Şişliyê Mustafa Sarigul, Şaredarê Şişliyê Hayrî Înonu amade bûn. Çalakvanan bê navber siloganên"Li dijî faşîzmê mil bidin mil." berz kirin.

LI ÎZMÎRÊ JÎ ÇALAKÎ


Piştî Enes Berberoglu hat girtin, li ser banga CHP'ê ya li 81 bajaran çalakî pêk bînin CHP'î li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê kom bûn û çalakiya "Edaletê" pêk anîn. Li vir jî heman dowîz û pankart hatin vekirin û edalet xwestin. CHP'iyên xwestin bimeşin rastî astengiya rêveberan hatin.