Der barê xwendekarên ku Aydın Erdem bi bîr anîn, daxwaza 90 sal cezayêyê girtîgehê

AMED - Li Zanîngeha Dîcleyê der barê 18 xwendekarên ku bi meşekê Aydin Erdem ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bi bîr anîn de, bi daxwaza 90 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

Li Amedê, xwendekar Aydin Erdem ê di 6'ê kanûna 2009'an de di dema protestokirina girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, her çiqas 7 sal di ser qetilkirina wî re derbas bûye jî, hîn jî kujerê wî nehatiye dîtin, lê der barê xwendekarên ku Erdem bi bîr anîn de doz hat vekirin. Serdozgerê Komarê yê Amedê, der barê 18 xwendekarên ku di 3'yê kanûna 2015'an de beşdarî meşa ji aliyê Komeleya Xwendekarên Azad a Aydin Erdem ve hat lidarxistin bûn, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kirine" bi daxwaza 90 sal cezayê girtîgehê doz vekir.

Îddianameya yekrûpelî, ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.

Xwendekarên beşdarî çalakiya bîranîna ji bo Aydin Erdem bûn pankart û dovîzên li ser "Ji bo pêşerojeke ronahiyî me mirineke bi Erdemî ji bîr nekir, ji bîr nakin, em ê ji bîr nekin", "Ji bo pêşerojeke ronahiyî me mirineke Erdemî, Şehîd Namirin", "Me ji bîr nekir, ji bîr nakin" nivîsandî hilgirtibûn, di îddianameyê de ev dovîz û pankart ji bo "Propagandaya rêxistinê" wek delîl hatin hesibandin. Her wiha xwendekarên ku di meşê de dirûşmeyên wek "Kujer polîs bicehime ji zanîngehê", "Aydin Erdem nemir e", "Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor", "Bijî berxwedana Sûrê" û "PKK gel e, gel li vir e" berzkirin jî, ev dirûşme jî wek delîlên sûcî hatin hesibandin.

Dozger di îddianameyê de, pankart û dovîzên xwendekaran di çalakiyê de hilgirtin û dirûşmeyên berz kirin wek propagandaya PKK/KCK hesiband.

Wê doz di sibatê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk bê.