Ji kujerê Turan re cezayê heta hetayê hat xwestin

ANTALYA - Mêrê bi navê Cengîz Dok êrîşê jina bi navê Gulîzar Turan kiribû û îstismara zayendî pêk anîbû, ew bi awayekî hovane qetilkiribû. Di doza ku hat dîtin de dozge cezayê heta hetayê ji bo Dok xwest.

Di 14'ê Tebaxa 2016'an de li Antalyayê jina bi navê Gulîzar Turan a 22 salî bi îstismara zayendî re rû bi rû mabû û ji hêla Cengîz Dok ve bi awayekî hovane hatibû qetilkirin. Di doza dihat dîtin de, mutalaa hat dayîn. Doza li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê dihat dîtin de, Dayika Turan Menekşe Kocabaş û parêzerên wan amede bûn. Kujer bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bû. Kujerê bi "Êrîşa zayendî" tê tewambiarkirin, heta 18 salan ceza jêre tê xwestin. Piştî parastinan û parêzeran dem xwe û doz hat taloqkirin.