KOBANÊ- Hevseroka TEV-DEM'ê Ayşe Efendî anî ziman ku, wê komun bi 6 komîte û bi rêya 12 meclîsên bi awayekî pramîtî bi rêxistin bibin û xwe bi xwe bi rê ve bibin.
Li Kantona Kabaniyê ya Rojavayê li gel pêngavên leşkerî, xebatên komun û meclîsan ên bingeha şoreşê ne jî bênavber didomin. Hevseroka TEV-DEM'ê Ayşe Efendî anî ziman ku, wan li tevahiya Kobaniyê nêzî 450 komun ava kirine û got, ew ê ber bi avasaziya meclîsan ve biçin û bi meclîsên bên avakirin wê gel xwe bi xwe bi rê ve bibe.
450 KOMUN 6 KOMÎTE
Efendî diyar kir ku, gelê Rojavayê di merheleyeke nû re derbas dibe û anî ziman ku, ew li gor mercên ku destkeftiyên leşkerî afirandine tevdigerin. Efendî diyar kir ku, her çiqas gelek kêmasiyên wan hebin jî, ew xebatên xwe didomînin û got, ji ber rewşa şerî li Kobaniyê di warê komun û meclîsbûyînê de pir pêşketinek wan çênebûye. Efendî anî ziman ku, li gel berxwedna leşkerî, berxwedana gel jî diyarker e û wiha got:"Di dema şer de me pir nikaribû bi awayekî sîstematîk tevbigere. Tenê ji bo bicihanîna pêdiviyên jiyanî me amadekarî kiribûn. Lê me zend û bend badan, me komun ava kirin. Me li tevahiya Kobaniyê nêzî 450 komun ava kirin. Girêdayî komunan 6 komîte hene. Komîteyên parastin, perwerdehî, tenduristî, sulh, xizmet û aboriyê."
PERGALA PRAMÎTÊ
Efendî anî ziman ku, wê ev komîte di nav meclîsên hatine avakirin de cih bigirin, wê nûnerên komîteyan bên hilbijartin û her wiha wê hevserokên meclîsan jî bên hilbijartin û wiha got:"Li Kobaniyê 14 taxên me hene. Em hewl didin 12 meclîsan ava bikin. Ev pergal ne wek ya dewletê jora wê berfireh û jê ra wê teng e; wê ser wê teng be." Efendî dest nîşan kir ku, wê xebatên wan bi vî terhî bidomin û diyar kir ku, meclîs û komun avahiyên têkildarî gel in û got, wê odeyên mamoste, endezyar, bijîşk û parêzeran ên li kantonê hene, di nav avahiyên meclîsan de cih bigirin. Efendî ragihand ku, wê pêdivî di çarçoveya komunên hatine avakirin de bi cih bên û wiha domand:"Heke komun tune be, tu nikarî tiştekî bikî. Yanî divê mirov bibe endamê komunekê. Ev ji ferzkirinekê bêtir, ji bo pergal rûnê û bi rê ve biçe divêtiyek e. Divê mirov vê wisa bizanibe. Di serî de amûrên zexîreyî tê de wê hemû pêdiviyên jiyanî ji aliyê komuna pêv girêdayî bi cih bên."