ENQERE - Çalakvanên li Kolana Yukselê li hev civiyan û xwestin di roja 219'an de daxuyaniyê bidin, bûn hedefa polîsan.
Çalakya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 99'an de berdewam dike, çalakvanên piştgirî didin çalakiya
akademîsyenan, li Kolana Yukselê li hev civyan û xwestin daxuyaniyê bidin. Polîsan destpêkê bi mertalan çalakvan ber bi Kuçeya
Konurê ve dev dan. Welatiyên li vir çalakiya rûniştinê pêk anîn, polîan bi gaza îsotê êrîşê du jinên ku li vir hev du hembêz kiribûn kir.
Polîsan di êrîşê de xwest jinekê binçav bike, şideta polîsan kêlî bi kêlî ket ber objektîfan.