KOBANÊ- Elî Xidro yê ji ber zilma DAIŞ'ê xwe li Dîlokê hêwirand û yê li vir jî debar nekir û dubare berê xwe da Kobaniyê wiha bang li kobaniyan kir:"Bila gepek nanê me yî tisî hebe, lê bila li xaka me bi awayekî azad hebe."
Kobaniyên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên di 15'ê îlona 2014'an de DAIŞ'ê da destpêkirin û ji neçarî Kobaniyê terikandin yeko yeko vedigerin û li gel vegerê ji nû ve avakirina mal û kuçeyên xwe didomînin. Yek ji van welatiyan jî Elî Xidro (50) ye, ku di dema şer de ji neçarî warê xwe terikandibû, lê niha vegeriyaye xaka xwe. Xidro yê ku got, "Bila gepek nanê me yî tisî hebe, lê bila li xaka me bi awayekî azad hebe" bi vê hevoka xwe pûxteya hezkirina ji bo welat û xakê dide der.
ZEHMETIYÊN KOÇKIRINÊ
Xidro diyar kir ku, di dema şer de wî û hevjîna xwe tevî 6 zarokên xwe ji neçarî Kobaniyê terikandine û dest nîşan kir ku, di dema şerî de demekê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kiriye, lê dema şer dijwar bûye berxwedêran ew birine herêmeke ewle. Xidro got, paşê ew vegeriyaye Tirkiyeyê û bi qasî 2 mehan li Dîlokê maye û anî ziman ku, dema ew li vir dixebitîn keda wan dihat binpêkirin û wiha got:"Me nedixwest em ji xaka xwe veqetin. Lê belê, YPG ji bo me biparêze em şandin cihekî din. Dema DAIŞ'ê êrîşî Kobaniyê kir, li wir me tevî zarokên xwe li dijî wê şer kir. Paşê em mecbûr man hatin Tirkiyeyê. Em li Dîlokê li cihekî wek bereqeyan man. Ji bo em debara xwe bikin, ez di hin karan de xebitîm, lê belê em nedixistin şûna mirovan jî."
RÛXANDINA KU ŞER LI PÊYÎ XWE HIŞT
Xidro anî ziman ku, wan tenê karibûye 2 mehan li Dîlokê îdare bike û diyar kir ku, dema ew vegeriyane mala xwe rastî rûxandinan hatine. Xidro anî ziman ku, bajarê wan rastî şerekî dijwar hatiye û wiha axivî:"Zalimên ji çar aliyê dinyayê kombûn xwestin xaka me veguherînin gola xwînê. Li dijî vê ew şervanên ku bedel dan û ev xak azad kirin, xwedîderktina li mîrateya wan berpirsiyarî ye. Ji bo em layiqî vê bin, em ê hewl bidin."
'VEGERIN XAKA XWE'
Xidro wiha bang li kobaniyên ku ji ber şer Kobaniyê terikandin kir:"Bila gepek nanê me yî tisî hebe, lê bila li xaka me bi awayekî azad hebe."