Dozger xwest 7 sal ceza li Yuksekdagê bê birîn

MÊRSÎN - 5'emîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Figen Yuksekdag li 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê hat dîtin. Dozger xwest 7 sal ceza bidin Yuksekdag.

5'emîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Figen Yuksekdag li 2'emîn Dadgeha Cezalyên Giran a Mêrsînê hat dîtin. Dozger bi îdîaya di kongreya HDP'ê ya 2016'an û Newrozê de propaganda rêxistinê kiriye doz vekiribû. Fîgen Yuksekdag bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bû. Parêzerên Yuksekdag jî li salonê amade bû. Parêzer Serap Angay, parastin kir û xwest muwekila wê li salonê amade be û li gorî wê parastinê bike

Dozger jî xwest Yuksekdag 7 salan bê cezakirin. Heyeta dadgehê ji daxwaza parêzeran qebûl kir û doz taloqî 13'ê Tîrmehê kir.