STENBOL – Jina bi navê Pinar Gemsîz berî salekî li Sultangaziyê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû, biryara veşarî ya li ser dozê hêj berdewam dike.
Di 16'ê Gulana 2016'an de li navçeya Sultangaziyê ya Stenbolê, jina bi navê Pinar Gemsîz dema di mala xwe de bû, bi guleya polîsên tirk hatibû qetilkirin. Itraza li dijî kêm agahiyên ku der barê dozê de hatibû kirin jî hat redkirin. 2'yemîn Dozgerê Sûlh Cezayê ya Gazîosmanpaşayê diyar kir ku heke têkiliya lêpirsînê bi rêxistinê ve hebe, dibe mînakên ji bo alîgirên dozê bên dayîn, xetereyan bi xwe re bîne.