COLEMÊRG - Rojnamegerê Ferhat Tûgan ku li Fransayê dijiya û sala çûyîn jiyana xwe ji dest da, di yekemîn salvegera mirina xwe de li gundê Merzanê li ser gora xwe hat bibîranîn.
Rojnamegerê colemêrgî Ferhat Tûgan ku di 4'ê Hezîrana 2016'an de li bajarê Dunkerque yê Fransayê jiyana xwe ji dest da, di yekemîn salvegera mirina xwe de li gundê Merzanê yê Colemêrgê li ser gora xwe bi merasîmekê hat bibîranîn.
Merasîm li Goristana Malbatê ya Kêlî Keskê ya Gundê Mezranê hat lidarxistin. Bavê Tûgan, Abdulhafiz Tûgan, birayên wî û xizmên wî tevlî merasîmê bûn.
Xwişka Tûgan, Parêzer Rojbîn Tûgan di bîranînê de axivî. Tûgan, diyar kir ku rewşenbîr û rojnamegerê kurd Ferhat tûgan salek berê jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: "Îro sala wî ya yekemîn e ku me wî li paxila Çiayê Simbilê spartiye axê. Li van çiyayan cenazeyên bi hezaran ciwanên kurd hene, nayên dîtin. Kurdan zarokekî xwe yê zaf biqîmet winda kir."
Dê êvarî li mala bavê Tûgan mewlûd bê dayîn.