SÊRT - Ji ber hezaza di madena Şîrwana Sêrtê 4 kesên ku di nava wan de pisporê karê ewlehiyê jî heye hatin binçavkirin.
Li gundê Maden ê Şîrwana Sêrtê li madena girêdayî Gruba Cînerê di 17'ê Mijdarê de hezaz pêk hat, di çarçoveya lêpirsîna hat despêkirin de 4 kes hatin binçavkirin. Komên girêdayî fermandariya cendirmeyan a Şîwanê di çarçoveya lêpirsînê de nirxandina îhmalê heye kirin û 4 kesên ku di nava wan de pisporê karê ewlehiyê jî heye binçav kirin. Kesên hatin girtin piştî karên wan ên li fermandariyê bi dawî bûn sewqî dadgehê hatin kirin.
Midûrê karsazî yê şîrketê Mehmet Oguz ê di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin.
Di cînayeta kar a hat jiyîn de heta niha cenzayê 10 kakerên di bin hezazê de mane hat hatine derxistin û xebatên ji bo dîtina cenazeyê 6 karkeran jî didome.