Jina ku ji aliyê hevjînê xwe ve hat derpkirin jiyana xwe ji dest da

EDENE - Jina bi navê Şehrîban Elmas a ku li Edeneyê ji aliyê hevjînê xwe ve hat derpkirin û bi birîndarî li kolanê hat dîtin li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Li kolana Saydan a taxa Daglioglu ya navçeya Seyhana Edeneyê welatiyan şevê din jinek birîndar li kolanê dîtin û agahî dan polîsan. Jina bi navê Şehrîban Elmas a ku bi giranî birîndar, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedehiya Nimûne ya TOKÎ yê. Elmas ku li beşa lezgîn dihat dermankirin lgel hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Elmas ji bo otopsiyê rakirin morga Tipa Edlî ya Edeneyê û hat diyarkirin polîsan derbarê Îzzetîn Elmas ê ku hevjîna xwe derpkiriye û avêtiye kolanê de lêgerîn daye destpêkirin.