‘Bi peyva aştiyê dixwazin sûcên xwe bidin jibîrkirin'

STENBOL - Bi rêziknameyeke nû peyva aştiyê li pênaseya hin polîsan hat zödekırın. Kesên xizmên wan ji aliyê polîsan ve hatin kuştin, li hemberî vê rewşa bertek nîşan dan. Hevjînê Pinar Gemsîzê, Yaşar Gemsîz wiha got: "Heke dixwazin samîmiyeta xwe bi me bidin bawerkirin, divê hevrûyê sûcên ku heta niha kirine bibin." Sebla Arcan a ÎHD'yî jî vê guhertinê wek "hewldana jibîrkirina sûc" nirxand.

Bi rêziknameya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin re, pênase û kincên hin polîsan guherîn. Bi rêziknameyê peyva "aştiyê" li pênaseya "Polîsên Tevgera Taybet, Pisporên Îmhakirina Bombeyan û Polîsên Trafîkê" hat zêdekirin. Parêzvanên mafên mirovan û kesên ku xizmên wan ji aliyê polîsan ve hatine kuştin bertek nîşanî vê guhertinê dan.

Endama Komîsyona Windahiyên di Bin Çavan de ya Komeleya Mafên Mirovan Sebla Arcan, got ku armanca sereke ya vê guhertinê valakirina naveroka peyva "Aştî"yê ye. Arcan wiha got: "Çimkî ji bo peydekirina aştiyê û piştevaniya wê, pêdivî ne bi guhertina navên polîsan bi peydekirina nêvengeke bêpevçûnî heye. Aştî, bêpevçûniyê divê, aştî edaletê divê, aştî îadekirina mafên xespkirî divê."

‘LÊKIRINA VÎ NAVÎ KOMÎK Û ÎRONÎK E'

Arcan wiha got: "Heke îktîdar dixwaze aştiyê biparêze û destek bike divê pêşî huqûqê binase." Arcan, anî ziman ku polîsên tevgera taybet li hemberî welatiyan sûc dikin û bêceza dimînin û wiha axivî: "Îjar tişta komîk û îronîk ev e ku navê 'Personelên peywirdarê mîsyona destek û parastina aştiyê' li vê yekeya ku li ser huqûqê esas tê girtin tê kirin."

Arcan, anî ziman ku bi vê yekê îktîdar dixwaze xwe ji sûcên ku "hêzên ewlehiyê" kirine daweşîne û bi guhertina îmajê van sûcan bide jibîrkirin. Arcan wiha got: "Lê ev jî ji hewldana jiyandineke biderewan pêvtir ne tu tişt e jî. Ji bo destekkirina aştiyê em pêşî bêpevçûniyê û paşê jî esasgirtina muzakere û mafên mirovan dixwazin. Heke ev pêk bên dê aştî bê destekkirin û parastin."

‘BI GUHERANDINA NAV PÊKANÎNÊN WAN NAYÊN JIBÎRKIRIN'

Yaşar Gemsîz, hevjînê Pinar Gemsîz ku li Taxa Gaziyê bi guleya polîsan hat qetilkirin, got ku armanca vê guhertinê guhertina îmajê ye. Gemsîz, diyar kir ku dewlet jî hatiye wê merheleyê ku êdî nikare bandora neyînî ya hêza polîsan veşêre û bi vê sepandinê dixwaze wan bixapînin. Gemsîz, ragihand ku bi guherandina nav pêkanînên polîsan nayên jibîrkirin û wiha got: "Bi rastî jî heke divitiyên navê li wan hatiye kirin bi cih bînin dê baş be; lê qet hêviya min tune ye."

Gemsîz wiha got: "Heke dewlet dixwaze aştiyê biparêze û destek bike, divê edalet, ewlehî û wekheviyê peyda bike." Gemsîz, da zanîn ku di ser qetilkirina hevjîna wî re 13 meh derbas bûne û hîn jî ew li benda edaletê ne û wiha axivî: "Heke dixwazin samîmiyeta xwe bi me bidin bawerkirin, divê hevrûyê sûcên ku heta niha kirine bibin."

‘KESÊN AŞTIYÊ DIPARÊZIN Û PIŞTEVANIYA WÊ DIKIN DI GIRTÎGEHÊ DE NE'

Gemsîz wiha bertek nîşan da: "Kî aştiyê temsîl dike? Akademîsyen, huqûqnas, welatî temsîl dikin. Lê belê îro em dinêrin ku kesên doza aştiyê dikin di girtîgehan de ne; lê kesên ew avêtine girtîgehan li derve ne. Û dibêjin em ê aştiyê temsîl bikin."