AMED - Îsal gelek caran li hin gundên Licê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Ji ber van qedexeyan nêzî du mehan welatî di warê xwe de hatin hepiskirin. Welatiyan diyar kir ku, êdî ew nikarin sewalvanî û çandiniya ku debara xwe pê dikin bikin û wiha gotin: "Her tişt li me kirine wekî girtîgehê."
Di sala dawî di dîrokên cuda de bi qasî 2 mehan qedexeya derketina kolanan li gundên Licêya Amedê hat îlankirin û ji ber van qedexeyan welatî nikaribûn ji malê xwe derkevin. Bi taybetî ev 20 roj in li herêmê bi beşdarbûyîna 10 hezar polîs, leşker û cerdevanan operasyon hatiye destpêkirin û ji ber vê operasyonê riyên bi sedan gund û gundikên girêdayî navçeyê bi wesayîtên zirxî hatine girtin.
‘JIYANA GIRTÎGEHÊ BI ME DIDIN JIYÎN'
Keyayê Gundê Hêzanê Şahbettîn Harman, diyar kir ku bi çewsandineke zêde bi ser gundiyan de tên. Harman, got ku bi girtina riyan ew mexdûr bûne. Harman, dest nîşan kir ku destûra ambulansa jî nayê dayîn ku bên gund û wiha got: "Her çar aliyê gundan ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin û operasyon didome. Nahêlin gundî biçin nav erdên xwe û nahêlin heywanên xwe jî biçêrînin. Xweşikî gundî nikarin ji malên xwe derkevin. Hema bêje jiyana girtgehê bi me didin jiyîn."
Harman, diyar kir ku heta navçeyê şandina nexweşî zaf zehmet e û wiha got: "Li vê herêmê her roj operasyon tên lidarxistin û her roj qedexeya derketina kolanan tê îlankirin. Êdî gundî nizanin ku dê çi bikin."
HEYWAN PERÎŞAN BÛNE
Gundiyê bi navê Mehmet Siddik Aydemîr jî, anî ziman ku li derdora gundên wan her çi qas liv û tevgerek tune be jî, leşker bi ser malên wan de digirin û derî û pacên malên vala şikandine. Aydemîr, diyar kir ku ew nikare biçe nav erdê xwe yê ku 500 metrî dûrî mala wî ye û zeviyê xwe av bide. Aydemîr wiha got: "Min li erdê xwe yê nêzî mala min çend tişt çandin. Ji ber van operasyonan, nikarim biçim nav baxçeyê xwe. Ditirsim."
Aydemîr, diyar kir ku ji ber riyên gundan hatine girtin ew zaf mexdûr bûne û wiha got: "Ji ber qedexeyan gundî nikarin heywanên xwe jî biçêrînin. Heywanên gundiyan perîşan bûne."
‘DERÛNIYA ZAROKÊN MIN TARÛMAR BÛYE'
Jina bi navê Hanim Aydemîr jî, diyar kir ku ew nikarin biçin nav erdê xwe jî. Aydemîr got ku, wan li nav erdê xwe yê nêzî gunde tûtin çandiye û wiha got: "Heywanên me bi rojan di hundur de dimînin em nikarin wan xweyî jî bikin. Bi vî awayî em çi bixwin û çi vexwin?"
Aydemîr, diyar kir ku li herêmên nêzî gundên wan in, bi taybetî danê êvarî dengê çek û topan tê û wiha got: "6 zarokên min hene. Yên biçûk ji ber dengê çekan heta sibehê digirîn. Derûniya wan tarûmar bûye. Dema li derve leşker û helîkopteran dibînin baz didin hundur. Bi şev direhilin."