RIHA - Li Rihayê 5 sal berê di Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê de şewat derket û 13 kes miribûn. AYM der barê bûyerê de biryara "Mafê jiyanê hatiye binpêkirin" dabû. Lê heta niha bi qasî misqalekê pêşveçûyîn çênebûye.
Di 16'ê Hezîrana 2012'an de li Qawîşa C 15'an a Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê şewatek derketibû û di şewatê de 13 mehkûm miribûn û 5 jê jî birîndar bûbûn. Di lêpirsîna der barê bûyerê de Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) biryara "Mafê jiyanê hatiye binpêkirin" dabû. Li gel vê biryarê jî, heta niha der barê lêpirsînê de bi qasî serê derziyê jî pêşveçûyîn çênebûye. Di lêpirsîna ewil de Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, rêveberiya girtîgehê paqij derxistibû biryara "neşopandinê" dabû.
AYM: MAFÊ JIYANÊ HATIYE BINPÊKIRIN
Meral Ekşîlî, dayika mehkûm bi navê Yûsûf Ekşîlî (26) yê ku di şewatê de mir, biryara dozgeriyê bir AYM'ê û AYM jî di 4'ê Mijdara 2015'an de, Madeya 15'emîn a Qanûna Bingehîn esas girt û biryara "Mafê jiyanê hatiye binpêkirin" da.
LI GEL BIRYARA AYM'Ê JÎ LÊPIRSÎN PÊŞ VE NEÇÛYE!
Parêzerê Meral Ekşîlî, dayika Yusûf Ekşîlî yê di şewatê de mir, Mehmet Kirboga diyar kir ku li gel biryara AYM'ê jî hîn jî di dozê de tu pêşveçûyîn çênebûne û wiha got: "Der barê şewatê de Serdozgeriya Komarê biryara neşopandinê dabû. Me jî di ser vê biryarê de serî li AYM'ê da û dadgehê dubare biryara destpêkirina lêpirsînê da. Li ser vê biryarê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dubare lêpirsîn da destpêkirin. Di ser vê biryarê re nêzî 2 sal derbas bûne, lê belê hîn jî lêpirsîn nehatiye temamkirin." Kirboga, got ku biryara nepeniyê ya der barê lêpirsînê hîn jî didome û ji ber vê ew baş ne serwerê dosyeyê ne.
LÊPIRSÎNEKE ÇALAK NAYÊ BIRÊVEBIRIN
Kirboga, got ku der barê dozê de lêpirsîneke çalak nayê kirin û wiha got: "Piştî biryara AYM'ê , îfadeya tu kesên gumanbar nehatiye wergirtin. Heke der barê kesên ku îhmalkariya wan û kêmasiyên wan hene de doza cemaweriyê neyê vekirin, em ê dubare dozê veguhêzînin AYM'ê."
Kirboga, anî ziman ku malbateke ku xizmê xwe di bûyerê de winda kiriye, doza tazmînatê vekiribû û di vê dozê de Şûraya Dewletê diyar kir ku tu qisûra rêveberiya girtîgehê tune ye. Kirboga wiha got: "Ev biryara Şûraya Dewletê beriya biryara AYM'ê ye û ji ber ku biryarên din jî girêdayî biryarên AYM'ê ne, ev biryara Şûraya Dewletê bandorê li berpirsiyariya cezayî nake. Ji bo kesên ku di bûyerê de îhmalkariya wan û kêmasiyên wan hene bên cezakirin, divê demildest doza cemaweriyê bê vekirin û bên cezakirin."
HÊSTIRÊN DAYIKÊ
Meral Ekşîlî ya ku di şewatê de kurê wê Yûsûf Ekşîlî mir wiha got: "Sibê 5'emîn salvegera vê şewatê ye. Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin. Hîn ceza li kurê min nehatibû birîn. Dema şewat derket 4 meh û nîvên wî qediya bûn. Hîn nehatibû dadgehkirin. Kurê min li min geriya, got dixwazim ji vê qawîşê derkevim. Paşê di şewatê de mir."