MÊRDÎN - Ji ber ku di salên 90'î de cerdevantî qebûl nekirin malbata Dogan ji neçarî koçî Nisêbînê kiribû, lê niha li vir careke din hat mexdûrkirin. Înzaver Dogan ku her du çavên wî nabînînin û di dema qedexeyê de mala wî hat rûxandin, 18 meh in meaşê wî yê berastengiyê hatiye birîn û her wiha 2 zarokên wî hatine girtin. Malbatê banga piştgiriyê kir.
Çîroka malbata Dogan ku ji gundê Zaxuran ê navçeya Mîdyada Mêrdînê ye, ne dûrî êş û zilma her kurdê ku jiyaye. Malbata ku di salên 1990’î de ji ber ku cerdevantiyê qebûl nekir zext lê hat kirin, ji neçarî koçî navçeya Nisêbînê kir. Bavê keçekê û 3 kuran Înzaver Dogan (45), di 5 saliya xwe de ji ber nexweşîna sorikê her du çavên xwe winda kiribûn û hewl da bi vê rewşa xwe dabara mala xwe bike.
KESÊ KOR KIRIN SEKVAN!
Di sala 1994’an de çeka ku Înzaver Dogan ji bo parastina mala xwe kirîbû ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat dizîn û teslîmê qereqolê hat kirin. Li ser vê yekê polîsan bi hinceta “Înzaver terorîst e û ji 500 metreyî ve êrîşî qereqolê kiriye” ew binçavkirin û 9 rojan îşkenceyeke dijwar lê kirin.
2 ZAROKÊN WAN HATIN GIRTIN
Malbatê di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê de jî para xwe ji zext û zordariyan wergirt. Di qedexeyê de mala Dogan ku li Taxa Abdulkadîrpaşayê bû hat hilweşandin. Her wiha li zarokê malbatê Ferhat Dogan (20), ku di nav 25 kesên ku di dema qedexeyê de hatibûn girtin cih digirt, cezayê muebetê hat birîn. Zarokê bi navê Dilbirîn ê 22 salî jî çend hefte berê li Stenbolê bi hinceta kevir avêtiye polîsan hat girtin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Bav Înzaver da zanîn ku kurê wî ji ber îşkence lê kirine sûcê avêtine ser qebûl kiriye. Bav Înzaver got ku kurê wî nexweş e û divê bê dermankirin.
LI BENDA PIŞTGIRIYÊ NE
Li ser şewitandina malê malbata Dogan bi zarokên xwe yên bi navê Cemre Nur (7) û Enes (10) careke din vegeriya gundê Zaxuran û mala xwe yê kevin restore kirin. Bav Dogan ê 18 meh in maaşê wî yê berastengiyê hatiye birîn destnîşan kir ku bi zor û heft bela ew debara xwe dikin. Dogan got ku ew li benda alikariya kesên xêrxwaz û rêxistinên mafên mirovan in. Dogan diyar kir ku wî xwestiye parêzer ji bo dosyayên her du zarokê xwe jî bigire, lê ji bo her dosyayê 10 hezar pere jê hatiye xwestin.