Xwendekarê tenê dersek wî ma ji zanîngehê hat avêtin

LEFKOŞA - Xwendekarê kurd ê zanîngeha Lefke Avrupa Kutbettîn Oktay, ku tenê dersek wî mabû hat binçavkirin û piştre ji zanîngehê hat avêtin.

Li zanîngehên Tirkiye xwendekarên çepgir, sosyalist, demokrat û welatparêz rastî tundî û zextan tên. Herî zêde xwendekarên kurd mafê wan tê binpêkirin. Li Zanîngeha Kibrisê jî zextên li ser xwendekaran zêde ne. Xwendekarê kurd ê zanîngeha Lefke Avrupa Kutbettîn Oktay, ku tenê dersek wî mabû, piştî hat binçavkirin ji ber nekarîbû têkeve ezmûnê ji zanîngehê hat avêtin. Rêveberiya zanîngehê, tevî ku tenê dersek Oktay mabû jî mafê ku têkeve ezmûnê nedan wî û ew ji zanîngehê dûrxistin.
Lijneya Disiplinê ya Zanîngehê di 31'ê Gulanê de "Cezayê Îhraca teqez" dan Oktay û Oktay ji zanîngehê dûrxistin. Doza ku dest pê kir jî hêj bi encam nebûye.

Oktay, diyar kir ku ji bo mafê xwe biparêze xwest çalakiyan pêk bîne, lê hemû mafê wî yê çalakiyan ji destê wî girtin. Oktay, anî ziman ku wekî xwendekarên zaningehê xwestin ji bo komkujiya Roboskê, û binpêkirinên mafan daxuyaniyê bidin, lê hemû çalakiyên wan ên demokratîk hatin astengkirin.

Oktay, destnîşan kir ku gelek xwendekarên der barê wan de lêpirsînk hatin vekirin ji zanîngehê hatin dûrxistin û wiha got: "Hin xwendekar bi temamî hatin dûrxistin û hin xwendekar ji bo serdemekê hatin dûrxistin. Bûrsên xwendekaran hatin qutkirin. Xwendekarên kurd her dem bi astengiyên polis û rêveberiya zanîngehê re rastî astengiyê tên.

JI BER HATIM BINÇAVKININEZ NEKARÎBÛM TÊKEVIM EZMÛNÊ

Oktay, anî ziman ku ji ber hat binçavkirin nekarî têkeve ezmûna dersa dawî û wiha got: "Ji ber ez di bin çavan de bûm nekaribûm têkevim ezmûnê. Tenê ew dersa min mabû. Ji ber neketim ezmunê ez di wê dersê de mam û ez ji zanîngehê avêtim. Min ji bo ezmûnê doz vekir. Min daxwazname da. Lê mafê min ê ketina ezmûnê ji min stendin. Lijne li dervê dîrokê kom bû û ez ji zanîngehê avêtim.