ÎZMÎR - Îdianameya der barê 7 kesên girtî, 24 kesan ku encamên referandûmê şermezarkiribûn de, tiştên sosret derketin holê. Hemû îdiayên dozger bi dîmenên wê rojê hatine kişandin vala derdikevin.
Referandûma 16'ê Nîsanê ya ku bi fen û fûtan serokatiya Erdogan hat 'erê'kirin, ji hêla beşek mezin a Tirkiyeyê ve hatibû şermezarkirin. Di çalakiyên li Îzmîrê de jî lêpirsîn hatibû destpêkirin û der barê 17 jê xwendekar, 24 kes de îdianame hat amadekirin. Rojnameger û kêşerê belgefîlman Kazim Kizil jî di nav de, 7 kes hatibûn girtin û der barê bi giştî 24 kesan de bi îdiaya "Qanûna Xwepşandan û Meşê ya Civakî a Hejmara 2911'an binpê kirine", "Heqaret li serokomar kirine", ji salekî heta 7 salan ji welatiyan re ceza tê xwestin. Îdianameya ku hatiye amedekirin, ji hêla 33'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ve hat qebûlkirin.
Di îdianameyê de gelek tiştên sosret cih digirin, fîşên aghiyan ên berê hatine amadekirin hemû di îdianameyê de ne. Kizil jî di nav de, 7 kesên ku hatine girtin, Dogerê Cezayê Sulhê Mehmet Alpaprak diyar kiriye ku divê fîşên agahiyan ên emyetê esas bên girtin û bi hinceta "Amedekariya çalakiyên Parka Geziyê kirine" û "Pêşengiya çalakiyan kirine" di îdianameyê de cih daye îdiayên sosret.
Di îdianameyê de tê gotin ku di çalakiyên 16-17'ê Nîsanê de, polîsan "Bi pîvan û bi merhele" mudaxale kiriye, lê çalakvanan li ber xwe daye. Lê di dîmenên ku ji hêla rojnamegeran ve hatiye kişandin de, polîs bi dijwarî êrîşê çalakvanan dikin, welatî bi erdê re tên kaşkirin û bi lêdanê wan binçav dikin.
Li gorî dozger Kizil ê ku ji bo nûçeyê bişopîne hatiye herêmê, wekî çalakvan daye nîşan. Dema ku Kizil nûçeyê dişopîne, bi dijwarî rastî êrîşa polîsan tê.
Di îdianameyê de tê diyarkirin ku dema li qereqolê wêneyên Hasan Benlî tên kişandin û der barê wî de wiha tê gotin: "Dema wêneyê Hasan Benlî dihat kişandin, Benlî ber bi ala tirk a li ser şibekeyê ve diçe û bi gotinên wekî 'Çi karê vê alê li vir heye' û wekî ku Benlî ala tirk piçûk daye nîşan, tê tewanbarkirin. Dîsa di îdianameyê de tê aşkera kirin ku Enîse Îlîn nexwstiye şopên tiliyên wê bên girtin, lê piştre diyar dibe ku şopên tiliyên wê hatiye girtin.
Cîhan Başakçioglu - dîhaber