Di ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ de parêzeran salon terikand

STENBOL - Piştî serokê dadgehê xwest “Doza KCK’ê ya Stenbolê” bi 3 beşdarbûna 3 parêzeran sînor bike, ev rastî bertekên parêzeran hat û parêzeran salona danaşînê terk kirin.

Di “Doza Sereke ya KCK’ê ya Stenbolê” de 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin û daneşîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îro dest pê kir. Di daneşînê de gelek siyasetmedarên ne girtî û parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) amade bûn. Daneşînê bi nîqaşa di navbera parêzeran û serokê dadgehê de dest pê kir.

Serokê heyeta dadgehê yê ku berê li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê peywîrdar bû, ji bo “Doza Sereke ya KCK’a Stenbolê” hat tayînkirin. Serokê dadgehê xwest tenê 3 parêzer beşdarî dozê bibe û li ser vê yekê di navbera parêzeran û heyeta dadgehê de nîqaş derket, piştî tengezariyê parêzeran salona dadgehê terk kirin.

Serokê dadgehê nerazîbûnên hin parêzeran da qeydkirin. Piştî parêzeran salon terikand, heyeta dadgehê doz taloqî 27'ê cotmehê kir.