20 girtiyên Êlihê şandin Xarpêtê

ÊLIH – Ji Girtîgeha Tîpa M a Êlihê zêdetirî 20 girtî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatin kirin.

Ji Girtîgeha Tîpa M a Êlihê zêdetirî 20 girtiyên ji doza PKK’ê di 14’ê hezîranê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatin kirin. Hinceta sirgûnkirinê nehat zanîn û hat diyarkirin ku girtiyan di yek hucreyan de digirin. Rayedarên girtîgehê têkildarî mijarê diyar kirin ku nikarin agahiyê bidin û xwestin agahiyê ji dozgeriyê bistînin.