Dîcle Anter: Kizilkaya û Mîroglu çi diparêzin?

ÊLIH - Kurê zanyarê kurd Musa Anter, Dîcle Anter, axaftinên Parlamenterê AKP'ê Orhan Mîroglu û Parlamenterê berê yê AKP'ê Muhsîn Kizilkaya yên der barê dozê de rexne kir û got ku "Hûn çi diparêzin?" û xwest pirsên wî bên bersivandin.

Li ser qetilkirina Apê Mûsa re 25 sal derbas bû, lê hêj dewleta tirk der barê vê qetilkirinê de tu tişt zelal nekiriye û hêj nepeniya li ser dozê ranebûye. Doza sereke ya JÎTEM'ê cara 14'emîn di 7'ê Hezîranê de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Di sala 1992'yan de zanyar û nivîskarê kurd Musa Anter hatibû qetilkirin, di dema êrîşê de Parlamenterê AKP'ê yê Mêrdînê Orhan Mîroglu jî li gel wî bû, doza ku hatibû vekirin Mahmut Yildirim ê bi navê kod "Yeşîl" jî di nav de 4 bersûcên ku bi wan re 16 kes ji doza JÎTEM'ê ya sereke dihatin darizandin, herî dawî Parlamenterê berê yê AKP'ê Muhsîn Kizilkaya jî hat guhdarkirin. Di dema guhdarkirinê de parastina dewlet û JÎTEM'ê ya ji hêla Kizilkaya ve û sûcdarkirina PKK'ê bal kişandû.

Gotinên Kizilkaya ên wekî "Di bûyerê de JÎTEM heye an tune ye ez nizanim, lê PKK'ê gef li Musa Anter dixwar" rastî nerazîbûnan hatibû. Kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter pirsên wekî "Ev wekîlên AKP'ê dixwazin çi veşêrin" nerazîbûna xwe anîbû ziman.

‘HÛN NIKARIN SÛCÊ XWE VEŞÊRIN'

Anter nerazîbûn nîşanî gotinê Fernamdarê Îstixbarata Amedê Cahît Aydin ên wekî "Di nava bajêr de peywira min tune, ez zêdetir li derveyê bajêr li çoltarê îstixbaratê kom dikim" jî da û ev yek wekî hewldana xwe rizgarkirinê pênase kir û wiha axivî: "Ev salên 1993, 1994, 1995’an e. Em dizanin ku di vê demê de li Kurdistanê gelek kuştinên faîlên wan ne diyar heye. Wê demê cihê ku hûn kuştina Musa Anter bigirin ser xwe, we li çoltarê gelek gund vala kirine û gelek kes kuştine. Hûn di vê der barê de jî sûcdar in. Doza Musa Anter û JÎTEM'ê di nava heman dosyayê de ye. Hûn sûcdar in."

‘EM NAGIHÊJI DOSYAYAN’

Anter piştrast kir ku wan hêj xwe negihandiye gelek dosyayên girîng ên dozê û wiha pê de çû: "Mînak me ji Serfermandariya Giştî tu agahiyek şênber negirtiye. Bi heman şeklî me ji MÎT'ê jî negirtiye. Berê wê jî endamê MÎT'ê Mehmet Eymur bi vekirî wiha gotibû; 'Ez endamê îstixbaratê me. Hemû agahî di arşîvên MÎT'ê de disekinin.' Lê ev dernakevin holê. Heta derneyên jî dê doz bi pêş nekeve. Ev jî tirsa dibe doz bikeve ber demboriyê di me de çêdike."

‘TU DIXWAZÎ ÇI VEŞÊRÎ?’

Anter destnîşan kir ku şahid û bersûcên di dozê de dixwazin xwe biparêzin û piştrast kir ku her çendî gelek titştên der barê JÎTEM'ê de ji hêla Muhsîn Kizilkaya û Orhan Mîroglu ve tên zanîn jî piştgiriyeke xurt nadin dozê û gotinên Kizilkaya yên wekî "Musa Anter ji hêla JÎTEM'ê ve hatiye kuştin an nehatiye kuştin ez nizanim" jî bi bîr xist û wiha axivî: "El însaf! Dema tu jî wê demê diçûyî Amedê, tirsa JÎTEM û Hîzbullahê bi tere hebû. Ev vekirî ye. JÎTEM û Hîzbûl-kontrayê bi hev re Musa Anter qetil kir. Tu çawa dikarî bêjî 'Ez nizanim.' Tu dixwazî çi veşêrî?"

Anter nerazîbûn nîşanî gotinên Kizilkaya ên wekî "PKK'ê gef li Musa Anter dixwarin" jî da û destnîşan kir ku mijareke ku qediya ye, li ser vê PKK reşkirin dê tu tiştî bi dozê nede qazanckirin û di vê der barê de jî ev tişt got: "Muhsîn Kizilkaya dibêje ku 'PKK'ê gef li Musa Anter xwariye, name nivîsiye, ji gund derxistiye, hatiye Stenbolê' û wekî wê nivîsiye. Ev berê jî hatibû gotin. Er ê, ev bûyer rastin. Di sala 1988'an de nameyeke wiha ji bavê min re hatibû. Baj jê dihat xwestin. Ji ber vê jî bavê min koçî Stenbolê kir. PKK'ê piştre ji bavê min lêborîn xwest û ev mijar qediya. Li ser mijareke qediya yî PKK reşkirin, dê tiştekî bi dozê nede qazanckirin."

Anter helwesta Orhan Mîroglu ya di dozê de jî rexne kir û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Mîroglu careke din hat dozê. Pirsên ku ji wî hatin kirin, gelekî ew da zorê. Zêde bersiv neda. Tenê parêzerên wî beşdarî dozê dibin." Anter piştrast kir ku heke doz bê zelalkirin, dê bersûcên din jî derkevin holê û got ku "Mahmut Yildirim ê bi navê kod Yeşîl, hêj pirsnîşanek e." Anter diyar kir ku dê di 27'ê Îlonê de danaşîna 15'emîn li Enqereyê bê dîtin û aşkera kir ku ew dixwazin êdî heyeta dadgehê bê guhertin.