Keleha Til Harkalah êdî di destê QSD’ê de ye

REQA – Keleha Til Harkalah a ku li mile rojavayê Reqayê ye êdî di destê QSD’ê de ye. Piştî rizgarkirina kelehên Necm û Caberê azadkirina keleha Til Harkalah jî bû keleha 3’emîn. Li ser kelehê ala YPJ’ê li ba dibe.

Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya operasyona “Cenga Mezin” taxa 4’emîn jî ji destê DAIŞ’ê rizgar kir. Taxa Sinaa a ku dikeve mile rojhilatê bajêr bi temamî ket bin kontrola şervanan. Pêşketina şervanên QSD’ê li bajêr berdewam dike. Heta îro 4 tax ji destê DAIŞ’ê hatin paqijkirin û şervan li taxan welatiyên sivîl derbasî cihên bi ewle dikin. Li eniya rojavayê bajêr Keleha Til Harkalah hat azadkirin û li ser bedena kelehê ala YPJ’ê bilind dibe. Ala ba dibe rastî objektîfên me hat.

DI SERDEMA ROMAYAN DE HATIYE AVAKIRIN

Li ser keleha Til Harkalah ku ala YPJ lê bilind dibe, li ser têketina bajêr a milê rojava cih xwe digire. Tê texmînkirin ku keleh di serdema Împaratoruya Roma de hatiye avakirin.

BI XERABÛNÊ RE RÛ BI RÛ MAYE

Keleh li ser qada 10 kîlometreyî hatiye çêkirin û 6 metre jî bilindahiya wê heye. Keleha ku di serdema Abbasiyan de hatiye restore kirin wek keleha xelîfeya Abbasî ya Harûn Reşîd jî nasîn. Di serdema Rejîma Baas de keleh hatibû ji bîrkirin û piştî bajêr ket destê DAIŞ’ê ev keleh bi xerabûnê re rû bi rû maye.

PIŞTÎ NECM Û CABERÊ EV BÛ KELEHA 3’EMÎN

Şervanên QSD’ê roja 7’ê hezîranê Keleha Til Harkalahê ji destê DAIŞ’ê rizgar kir. Piştî keleh hat rizgarkirin şervanên YPJ’ê ewil ala xwe li ser kelehê çikandin. Bi rizgakirina Keleha Til Harkalah re ev bû 3 keleh dikevin destê QSD’ê. Beriya niha jî kelehên Necm û Caber jî hatibûn rizgarkirin.

Keleha ku rastî objektîfa me hat dê ji aliyê QSD’ê ve bê parastin û çêkirin.

Nazim Daştan - dîhaber