Wan di bin berfê de ye

WAN - Ji ber berfa ku ji saetên şevê were li Wanê tê kolan û riyên taxan ji hatin û çûyînê re hatin girtin. Li bajar ku li hinek cihan stûrbûna berfê 15 santîman derbas dike ji bo rojekê navber dan dibistanan.

Berfa ku ji saetên şevê were li Wanê dibare bandorek nerênî li ser jiyana welatiyan kir. Li bajar ku li hinek cihan stûrbûna berfê 15 santîman derbas dike xwediyên wesayîtan di trafîkê de kêliyên zehmet jiyan. Ji ber berfê li dibistanên navend û gundan ji bo rojekê navber dan dibistanan.

RÊ HATIN GIRTIN

Di encama berfa ku li bajar tê de kolan û riyên taxan ji hatin û çûyînê re hatin girtin. Ji bo rê bên vekirin ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ku qeyûm hatiye tayînkirin li hinek cihan xebat hatin destpêkirin. Hinek welatî jî bêrên berfê girtin destê xwe, berderiyên cihên kar û malên xwe paqij kirin.