EDENE - Serfermandarê Giştî Hulusî Akar, bi Serfermandarê Giştî yê DYE'yê Joseph Dunford re li Încîrlîkê hevdîtin pêk anî.
Serfermandarê Giştî Hulusî Akar ê ku duh ji bo hinek hevdîtinan pêk bîne hat Edeneyê diyar kir ku ew bi Serfermandarê Giştî ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Joseph Dunford re li Încîrlîkê havdîtin pêk aniye.
Derbarê hevdîtinê de li ser malbera fermî ya Serfermandariya Giştî daxuyaniyek hat dayîn û ev tişt hatin gotin: "Serfermandarê Giştî Hulusî Akar, ku pre Fermandarê Hêzên Erdê jî heye di 5'ê Kanûna 2016'an de ji bo yekîneyên li herêmê kontrol bikin çûne Edeneyê. Serfermandar Akar destpêkê li Fermandariya 10'emîn Tanker/Încîrlîkê lêkolîn pêk anî ye, piştre bi Serfermandarê Giştî yê DYE'yê Joseph Dunford ku ji bo pîrozbahiyên sersalê hatiye cem leşkerên xwe yên Încîrlîkê re hevdîtinek pêk aniye. Akar waliyê Edenyê jî ziyaret kiriye û piştre jî li yekîneyên 6'emîn Fermandariya Mekanîze Piyade Tumenê lêkolîn û kontrol pêk anîne."