Îdiaya leşkeran bi çekan hev birîndar kir

BEDLÎS - Hat îdiakirin leşkerên li navçeya Xîzanê derketin operasyonê bi çekan li hev xistin. Di pevçûnê de leşkerek birîndar bû, leşkeran nehiştin welatî ji malê xwe derkevin

Duh li gundên wekî Akunus, Kekulan, Xulebir û Huzerayê yên navçeya Xîzanê ya Bedlîsê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Hat diyarkirin di navbera leşkeran de şer derketiye û leşkerek birîndar bûye. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, leşkeran li gundê Akunusê û herêma Haretê û gundê Yolbîlenê yek bi yek di malan de lêgerîn pêk anî ye, ji duh ve welatî nikarin ji malên xwe derkevin.

Li gorî agahiyan leşker li ser malên gundê Akunusê hatine bicihkirin, duh bişev di navbera leşkeran de pevçûn derketiye û leşkerek birîndar bûye. Der barê rewşa leşkerê birîndar de agahiyek zelal nehat girtin. Duh li herêmê bi beşdariya 12 helîkopteran leşker li herêmê hatibûn peyakirin û bi tevlêbûna bi sedan leşker û cerdevanan operasyona li herêmê didome.