Parêzeran xwest AKP sozê xwe bîne cih

AMED - Baroya Amedê bal kişand ser sozên ku AKP'ê ji bo ronîkirina kuştina Tahîr Elçî dane û xwest sozên xwe binin cih.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin, Baroya Amedê ji bo lêpirsîn bê destpêkirin û dosya bê amadekirin, çalakiya şermezarkirinê berdewam dike. Di çalakiya 81'emîn a li ber Edliyeya Amedê de, gelek parêzer bi cubeyên xwe tev li çalakiyê bûn û wêneyên Elçî yên li ser nivîsên bi kurdî û tirkî hatibûn nivîsin hatin hilgirtin. Li ser navê baroyê Endamê Rêveberiya Baroyê Mahsum Bati axivî. Bati bang li Serokwezîr Bînalî Yildirim ê ku îro hatibû Amedê jî kir û xwest sozên ku dane bînin cih.


Ji ber ku ev demek dirêj e doz nehatiye ronîkiri, ev rewş ji hêla parêzeran ve hat şermezarkirin û hat gotin ku ev doz di tatîtiyên Enqereyê de tê hepiskirin û ev hewlest bi tundî hat şermezarkirin.

Piştî daxuyaniyê, parêzeran 5 deqan çalakiya rûniştinê da destpêkirin û piştre belav bûn.