Hiqûqnas çûn serdana malbata Pakîze Hazar

AMED - Maşîna zirxî ya dewletê duh li navçeya Liceyê pêl li jina bi navê Palîze Hazar kiribû û ew qetlkiribû. Parêzerên Buroya Amedê çûn serdana malbata Hazar. Serokê Baroya Amedê Ahmet aşkera kir ku ji ber ku berpirsyarên van kuştinan nayên darizandin, pêşî li kuştinan tê vekirin.

Li navçeya Licê ya Amedê pîrejina 81 salî Pakîze Hazar di bin maşîna zirxî de mabû û jiyana xwe ji dest dabû. Mala sersaxiyê ya li gundê abali hatibû vekirin, ji hêla parêzerên Baroya Amedê ve hat ziyaretkirin. Rêveberên baroyê ji malbatê re sersaxî xwestin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen kuştinên bi maşîneyên zirxî yên li Silopiya û Wanê pêk hatin jî bi bîr xist û aşkera kir ku berê li herêmê welatî bi guleya polîsan dihatin kuştin, di demê dawî de bi maşîneyên zirxî pêk tên. Ozmen got ku wan gelek caran di vê der barê de bang li rayedaran kirine, lê pêşiya van kuştinan nehatiye girtin û aşkera kir ku ev jî berpirsyaran wêrektir dike.

Ozmen da zanîn ku dê bûyer ji hêla wan ve bê şopandin û ji bo bi Serdozgerê Komarê yê Licê re hevdîtinê pêk bînin, ji gund veqetiyan.