AYDIN – Dadgehê li 9 hevserokên HDP’ê yên Aydinê û rêveberên HDP'ê 65 sal û 9 meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî.
Rûniştina doza hevserokê HDP'ê yê Aydinê Tamiş Akpınar û rêveberên HDP'ê jî di navde 7 jê girtî 9 rêveberên HDP'ê hat dîtin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Aydine hat ditin. Heyeta dadgehê li 9 kesan bi giştî 65 sal û 9 meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî.
Heyetê li Hevserokê HDP'ê yê Aydinê Tamiş Akpinar 6 sal û 3 meh, rêveberê HDP'ê Ahmet Polat 5 sal û 7 meh, 15 roj, Kemal Suvariogullarî 7 sal û 6 meh, Omer Faruk Yilmaz 7 sal û 6 meh, Abdulcelil Yilmaz 9 sal, Yunus Emre Erkol 7 sal û 6 meh, Yasemin Turan 7 sal û 6 meh, Omer Demir 7 sal û 6 meh, Devrim Uzunboylu 7 sal û 6 meh ceza birî. 7 siyasetmedarên girtî jî serbest berdan.