Parêzeran AYM rexne kir: Hûn dê di rûpelên reş ên dîroka hiqûqê de cih bigrin

STENBOL - Parêzerên ku bi Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag a endamtiya wê hat xistin helwesta AYM'ê rexne kir û diyar kir ku ji ber AYM rê li pêş bêhiqûqê vedike dê di rûpelên reş ên diroka hiqûqê de cihê xwe bigire.

Parêzeran bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag a wekîltî û endamtiya wê hat xistin re li girtîgehê hevdîtin kir. Parêzeran piştî hevditin pêk anîn li Otela Taksim Hillê civina çapemeniyê pêk anî. Di civîna parêzeran de Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, (OHP), Buroya Hiqûqa Bindestan (EHB), endamên TOHAV'ê, Koma Parêzerên Hemdem, Koma Parêzerên Beşdar, Parêzerên ji Bo Edaletê, Hiqûqnasên ji bo hemdemiyê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê amade bûn. Dîsa Parlamenterê berê Ufuk Uras, gelek akademisyen û rêveberên HDP'ê amade bûn.

Di civînê de prz. Kadir Tunç, der barê wekîlên girtî de agahî da. Tunç, anî ziman ku 11 wekîlên HDP'ê girtî ne û wiah got: "11 wekîl 85 hevşaredar girtî ne. Qeyûm tayînî 86 şaredariyan hat kirin. Tu bingeha van girtinan û tayînkirina qeyûman tune ye. Divê AYM demek berî demekê biryarê bide."

Parêzera Fîgen Yuksekdag Gulseren Yolerî jî anî ziman ku dadgeh heye, lê hiqûq û zagon tune ye. Vîna 6 milyon kesan girtî ye û hatiye desteserkirin. Di şexsê wekîlan de 6 milyon kes tên cezakirin. Xistina wekîltiya Figen Yuksekdag ji aliyê 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran ve rewa dikin.

AYM'Ê BINGEHA BÊ HIQÛQIYÊ AVA KIR


Yollerî, anî ziman ku AYM'ê bingeha bêhiqûqiyê ava kir û wiha berdewam kir: "Wekîlek wekîltiya wê xelas bibe jî divê ji ber axaftinên xwe neyên darizandin. Lê wekîl hêj wekîltiya wan didomin tên darizandin û cezakirin. Yuksekdag li dadgehên Stenbol, Mêrsîn, Enqere û Edene hat cezakirin. Serledana AYM'ê û DMME'ê heye. AYM'ê bi helwesta xwe rê li pêş bêhiqûqiyê vekir."

Prz. Ercan Kanar, anî ziman ku pêvajoya niha li Tirkiye pêş dikeve di serdema Hîtler de pêş diket û wiha got: "AKP'ê di pêvajoya 2015'an de bi rakirina destnedayîna wekilên HDP'ê dest bi pêvajoyê kir. Niha CHP dest bi meşa Edaletê dike. Divê CHP'ê dema ku 11 wekîlên HDP'ê hat girtin dest pê kiribûya. Ez bang li AYM'ê dikim. AYM Dê di dîroka hiqûqê de cihê xwe di rûpelên reş de bigire.