AMED – Di operasyona li dijî siyasetmedarên kurd hejmara kesên hatin binçavkirin derket 22’yan.
Li ser fermana Serdezgerê Komarê ya Amedê di 14’ê mehê de li dijî TJA, KCD, DBP, HDP û HDK'ê operasyan pêk hatibû. Aktîvîstên TJA'yê jî di nav de, heta niha 22 kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de duh li Stenbol û Wanê jî 2 kes hatin binçavkirin û ew anîn Amedê. Endama Meclisa Jinan a DBP’ê Helbest Îlkhan jî duh li Mêrsînê hatibû binçavkirin û ew anîbûn Amedê. Îlkhan di dema binçavkirinê de rastî tundiya fizikî hatibû û hat gotin ku ji ber tundiyê çavê wê reş bûye.
Hat aşkerakirin ku dibe hejmara binçavkirinê zêde bibe.
Kesên di binçavan de navên wan hatine aşkerekirin wiha ne: “Aktîvîstên TJA’yê Sara Aktaş, Ayşe Gokkan, Zeynep Altinkaynak, Nalan Gozden, Şahcan Tunel, Sîbel Îldan, Hatîce Uçar, endamê HDK’ê Abdurrahîm Dag, endamê KCD’ê Ercan Aslan, Endamê Meclisa Partiyê yê DBP’ê Salih Keleş, Hevşaredara Rezanê ya berê Yuksel Baran, Selahaddîn Kaygusuz, Mehmet Guzel, Kerem Duruk, Necla Nergîz, Sîbel Elvan, Devran Balkaş, Cengîz Sokmen, Ebubekîr Budak, Paşa Şeker, Hasan Înatçi û Helbest Îlkan.”