MELETÎ – Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Racî Bîlîcî di civîna saziya xwe de axivî û got ku “Kesên li dijî darbeyê bûn niha derbeyê dikin.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Meletiyê bi rêveber û endamên xwe re li hev kom bûn. Di civîna hat li darxistin de, Alîkarê Hevserokên Giştî yê ÎHD’ê û Serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî û gelek endam û rêveberên ÎHD’ê amade bûn. Beriya civînê Bîlîcî axivî û li ser pêvajoyê nirxandin kir. Bîlîcî bal kişand ser binpêkirina mafan û da zanîn her roja ku diçe li dijî hemû kesên azadîxwaz û aliyên demokratîk binpêkirina mafan zêde dibe.
Bîlîcî bal kişand ser darbeyên siyasî jî û wiha got: “Yên li dijî darbeyê bûn îro bi heman rengî pêvajoya darbeyê pêk tînin. Bi salan e kesên li dijî darbeyê têkoşîn didin, darbeyê pêk tînin. Li welat li dijî hemû beşên civakê yên ku aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin, kesênxwedî li mafên mirovan û xwezayê derdikevin, rastî tundî û êrîşan tên. Girtin, îxrackirin û pêlên binçavkirinê zêde bûn. Desthilatdariya siyasî, kesên xwedî fikrên cuda li dijî xwe dihesibînin.”
Bîlîcî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girtina Parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglu û aşkra kir ku kî dibe bila bibe divê li welat dikaribe siyasetek azadî bide meşandin. Bîlîcî destnîşan kir ku li welat edalet nemaye û bang kir ku divê her kes ji bo edalet û mafên mirovan têkoşînê bide.
Pitşî axaftina Bîlîcî, civîna li saziyê ji çapemeniyê re girtî hat dewam kiririn û pişt re civîn bi dawî bû.