Êdî hiriyê jî bi zorê peyde dikin

COLEMÊRG- Li Colemêrgê ji ber valakirina gundan û qedexekirina zozanan, her ku diçe sewalvanî kêm dibe. Ji ber kêmbûna sewalvaniyê êdî hirî jî wekî berê peyda nabe.

Li Colemêrgê ji ber valakirina gundan û qedexekirina zozanan, sewlvanên ku nikarin biçin zozanan û mêrgan ji neçarî heywanên xwe difiroşin. Ji ber vê yekê, welatî jî hiriya ku ji bo çêkirina doşeg, mînder û balîfan tê bikaranîn nikarin peyde bikin. Yûsûf Akkûş ku di salên 90'î de ji gundê Marûfan ê Çelêya Colemêrgê koçî Colemêrgê kir, anî ziman ku berê colê pez ê her kesî hebû û wiha got: "Em çûn zozanên Bileh û Binevşê û me kîloya hiriyê bi 10 lîreyî kirî. Ez ê hem kurê xwe hem jî keça xwe bizewicînim. Berê em li gundê xwe kêfxweş bûn. Em diçûn zozanan, me bi rihetî debara xwe dikir. Lê niha her der hatiye qedexkirin û ji ber van qedexeyan mirov nikarin sewalvaniyê bikin. Ji ber vê her tişt buha bû. Qedexe jiyana me zehmetir kirin."

Melek Akkûş diyar kir ku nivînên kesên ku nû dizewicin ji hiriya miyan tên çêkirin û wiha axivî: "Ji bo em ciwanên xwe bizewicînin em cihêzan amade dikin. Hiriya ku hatiye kirîn, pêşî tê paqijkirin û paşê gelek caran di robar de tê şûştin. Em bi vê hiriyê balgî, doşeg û mînderan çêdikin. Em cihêzên ciwanên xwe çêdikin." Akkûş, nî ziman ku şûştina hiriyê karekî zehmet e û wiha got: "Mêrên malê jî alîkariya me dikin. Çimkî, dema em van hiriyan dixin nav avê bi saetan em bi şûnikan li wan didin. Ji ber vê em û zilamên malê vî karî dikin."

‘EM LI BENDA ROJA VEGERÊ NE'

Abduûllah Demîr jî wiha axivî: "Tevî koçerên ku hatine herêmê her kes li geliyan asê maye. Em hemû li benda wê rojê ne ku vegerin zozan û gundên xwe."