STENBOL - Hilbijêrên CHP'î yên di "Nobeta Edaletê" de cih digirin li dijî girtina Parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglû bertek nîşan dan. Hilbijêran, "Meşa Edaletê" wek biryareke derengmayî nirxandin û gotin dîsa jî ji bo gavavêtinê ne dereng e.
Piştî Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû hat girtin, di çarçoveya "Nobeta Edaletê" de li Parka Maçkayê jî hilbijêrên CHP'î nobetê digirin. Welatiyên CHP'î, "Meşa Edaletê" wek biryareke derengmayî nirxandin û gotin ku, ji bo gavavêtinê hîn jî ne dereng e.
'DERENG MA, LÊ DIBE KU BIBE GAVEKE GIRÎNG'
Esra Akarsû ya CHP'î anî ziman ku her çi qas meşa edaletê meşeke dernegmayî be jî, lê ji bo destpêkirina hin tiştan gaveke girîng e. Akarsû, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê beriya girtina Enîs Berberoglû jî, gelek pêkanînên antî-demokratîk hebûn û wiha got: "Heke mesele girtina parlementerekî be, berê jî 11 parlementer hatibûn girtin. Ew jî vîna gel bûn û bi awayekî derhuqûqî hatin girtin. Em li vir li ser navê hemûyan doza edaletê dikin."
'DIVIYA MEŞA EDALETÊ BERÊ BIHATANA DESTPÊKIRIN'
Umît Afacanê CHP'î dest nîşan kir ku meşa edaletê ya hatiye destpêkirin meşeke derengmayî ye û wiha axivî: "Diviya ev meşa edaletê dema hilbijartin çêbû bihatana destpêkirin. Me di hilbijartina ewil de winda kir." Afacan, diyar kir ku bes ji bo edaletê ew li Parka Maçkayê ne û wiha axivî: "Em dixwazin ji niha û pêve mîrateyekê ji zarokên xwe re bihêlin. Em naxwazin gepeke heram bi zarokên xwe bidin xwarin. Ji bo em pêşerojeke baş ji zarokên xwe re bihêlin em li vir in û ji bo edaletê em ê tim li vir bin."
'QESRA EDALETÊ HEYE, LÊ DI HUNDURÊ WÊ DE EDALET TUNE YE'
Gulîstan Altûnay a CHP'î jî dest nîşan kir ku, diviya daxwaza edaletê dema ku nû destnedayîn hatin betalkirin xwe bidana der û wiha axivî: "Îro kesê ku dibêje ez Serokomar im, li gor min ne Serokomar e. Çimkî, nizane li kur rûdinê û pewyira wî çî ye. Ji cihekî ne laîq hat meclîsê. Dê rojekê pêdiviya wî jî bi edaletê çêbibe. Bi ya min Serokomar nizane li ser kîjan axê û di bin kîjan alayê de ye. Ne heyfa vî welatî."
Altûnay wiha domand: "Qesra Edaletê heye lê di hundurê wê de edalet tune ye. Tu fêdeya çar dîwaran ji kesî re tune ye. Teqez dê ev dewr biguhere. Tu kes ne baqî ye, dê her kes biçe."
Ayşe Ertan a CHP'î jî wiha got: "Ji bo doza mafê xwe bikim ez li vir im. Natirsim, tenê canekî min heye û heke bivê ez ê wî jî bidim. Heke li hemberî van pêkanînan ez bitirsim nexwe ez ne ez im. Ne diz û kujer im, ez ê ji bo têkoşînê li her derî bim."