Jiyana wan bi hûnandinê derbas bû

AYDIN - Şaxên dara bîhê û qamûşê li herêma Aydinê bi sedan sal e bi destê romenan tên hûnandin û dikare bê gotin ku ev berhem bi keda desta ji bû ve zindî dibe.

Li taxa Ilicabaşi ya navçeya Efelerê ya Aydinê nêzî 2 hezar 500 welatiyên romen dijîn, qamû û çirpiyên li ber Çemê Menderesê kom dikin, debara xwe pê dikin. Romenên li vir bi çirpiyên darên bîhê û bi qamûşên li ber çem, berhemên hêja dihûnin. Di nav van berheman de ji aksesuarên malan bigire, selik, şezlong, sandalye, çente û kursiyan çêdikin. Ev hemû berhem bi rêbaza "hûnandinê" tên afirandin û piştî ev berhem derketin holê, li ber rêyan dezgahê xwe vedikin û ji sibehê heta êvarê karê xwe dikin. Gihayên ku baqên wan bi hev re hatiye girêdan, hasirên wekî kon hatine vedan, piştî kokê wan tên jêkirin ji çêkirinê re êdî amade ne.

YEKANE KARÊ TAXÊ YE

Welatiyê bi navê Abdul Aydenîz aşkera kir ku ew gîhayê ku şîn dibe, ji Antalyayê tînin Aydinê, bi vê hunerê hînî zarokên romenan dikin. Zarokên ku hînê vê çandê dibin, hem dibin xwedî pîşe, hem jî lêçûnên xwe derdixin. Aydenîş da zanîn ku hemû tax debara xwe bi selik û hesîran dikin û wiha axivî: "Beşek zêde romenên li Aydinê bi vî karî re mijûl dibin û ev hesîr diçin her derî. Hemû bi destan tên çêkirin. Lê kes wekî berê pêre eleqedar nabe." Aydenîz diyar kir ku karekî giran e û destên wan jî gelekî diêşin û wiha pê de çû: "Lê rixmî her tiştî jî jin û zarok bi kêfxweşî vî karî dikin. Dema em berhemekî diafirînin, em hemû kêfxweş dibin."

‘HER TIŞTÊN XWEZAYÎ’

Aydenîz aşkera kir ku kesê ku bixwaze vî karî bike, ew nîşanî her kesî dikin û ev tişt got: "Tu tiştekî ji destê me nafilite em hemû tiştî dihûnin. Malên maketî, avahî, mase, sehpa, kursî û qoltixan jî em çêdikin. Em dihên hûn xeyal bikin, em ê jî bihûnin. Em ji hemû cihên seyranî re sîwanan çêdikin. Em dixwazin piçekî gelê me meraq bike û piştgiriyê bide me. Li ser daxwazê em bi heriyê dîzikan jî çê dikin. Ya rast di xwezayê de çi hebe em hunera xwe diafirînin. Îro şûn de jî çi ji destê me bê, em dê bikin. Gelek jin di vî karî de dixebitin."

EV NÎV SERDEM E VÎ KARÎ DIKIN

Jina 65 salî ya bi navê Hayriye Goçmen destnîşan kir ku ew demek dirêj e bi vî karî re eleqedar e, her çendî wê biwestîne jî ew ji vî karî hez dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez bi hunera xwe debara xwe, zarok û nebiyên xwe dikim. Ez bi salan e beyî ku dest jê berdim, bi vî karî re eleqedar im. Malbata min jî bi vî karî re eleqedar e." Goçmen aşkera dike ku her tiştê ku destê jinê bi pê dikeve, bedew dibe û piştrast kir ku dê nebiyên wê vi karî berdewam bikin.