Kiliçdaroglu: Em dê bi heman biryar û baweriyê meşa xwe bidomînin

ENQERE – Meşa Edaletê ya Serokê Giştî yê CHP’ê di roja 3'emîn de berdewam dike. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, diyar kir ku ew dê bi heman biryar, bawerî û ezîmê meşa xwe bidomînin.

Piştî Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Enis Berberoglu hat girtin, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, ji Parka Guvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşa Edaletê kir. Meşa Kiliçdaroglu ya Edaletê di roja 3'an de berdewam dike. Kiliçdaroglu ku duh li Kazanê bi girseyek mezin bû mêvan, îro d isa dest bi meşê kir. Kiliçdaroglu, beriya ku dest bi meşê bike daxuyanî da çapemeniyê. Kiliçdaroglu, diyar kir ku ew di roja sêyemîn a meşê de bi heman biryar û azîmê meşa xwe didominin û dê bidomînin. Ger ku meşa me wan aciz dike, xuya dike ku em digêjin armanca xwe.