'Dozger nîne şefê polîsan e'

STENBOL - 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a ku li dozên wekî "Doza sereke ya KCK'ê" û "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" mêze dike, di heyeta dadgehê de guhertin hatin kirin. Parêzer Sînan Zîncîr der barê guhertina heyetê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku dozger wekî şefê polîsan tev digere.

"Doza sereke ya KCK'e" û "Doza Çepemeniyê ya KCK'ê" li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tên dîtin û herî dawî di heyeta dadgehê de guhertin hatin kirin. Der barê vê guhertinê de Parêzer Sînan Zîncir nêrînên xwe parve kirin. Zîncîr got ku "Dosa sereka ya KCK'ê" ku 205 siyasetmedarên kurd tê de tên darizandin, piştî bi salan duh krîz derketiye. Zîncîr piştrast kir ku dozger û dadgerên ku doz bi rêve dibirin, di lêpirsînên "FETO'ê" de hatine girtin, li cihê van dozger û dadgerên nû hatine peywirdarkirin. Hat gotin ku bi biryara HSK'ê, hin kesên din hatine peywirdarkirin.

DI DOZA YEKEMÎN DE MUDAXALE

Serokê Dadgehê Hakan Turkon destpêkê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê peywirdar bû, li dozên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Ayşe Çelîk ya ku wekî Mamoste Ayşe tê nasîn, mêze kiribû. Parêzerên duh beşdarî dozê bûn û parastin kirin, rastî mudaxaleya Turkon hatibûn, dê ev kes li doza 46 rojnamegerên ku di 20'ê Hezîranê de danaşîna wan heye û dê li "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" mêze bike.

'WEK ŞEFÊ POLÎSAN E'

Parêzerê dozê Sînan Zîncîr aşkera kir ku dadgerê bi navê Turkon bi taybetî hatiye peywirdarkirin û dê ev kes li dozên "KCK'ê" mêz bike û hemû dozên di sala 2011'an mane, radestî vê dadgehê hatiye kirin. Zîncîr destnîşan kir ku di rûniştina yekemîn de hem li kesên tên darizandin û hem jî li parêzeran heqaret kiriye û got ku "Dadgerî li cihekî hiştiye, dest bi şeftiya polîsan kiriye."

'GOTINA DAWÎ NEHATIYE GOTIN'

Zîncîr aşkera kir ku ew dê di dozan de nebin fîguran û wiha pê de çû: "Em dê nehêlin ew li gorî dilê xwe darizandinê bikin. Li gorî rêgezên daraz, serbixwe, bê alî û objektîfiyê tevnagerin, wekî şefên polîsan e. Dê darizandinên di bin navê "KCK'ê" de li gorî dilê wan nebe. Hêj gotina dawî nehatiye gotin." Zîncîr diyar kir ku ew dê heta dawiyê bi serbilindî parastina xwe bikin.