Ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan Ciwanên bajarê Dêrîkê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan meşa bi meşeleyan lidar xistin.

Di çarçoveya çalakiyên hemleya "Welat Welatê meye, Tolhildan Soza meye" de bi sedan ciwanên Dêrîkê meşa meşeleyan pêk anîn. Ciwanan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan meşiyan û zadiya Ocalan xwestin. Meşvanan posterên Ocalan rakiribûn û bê navber diruşmeya dilsoziya bi Ocalan re beriz dikirin. Ciwanan ji ber Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer dest bi meşê kirin û di kolana Kornîş a sereke re ber bi bajar ve meşiyan.
Meş bi gerandina govendê û diruşmeyên silavakirina berxwedana Îmralî bi dawî bû.