CHP’a îzmîrê bi dirûşma "Li dijî faşîzmê mil bi mil" meşiya

ÎZMÎR - Piştî Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dest bi "Meşa Edaletê" kir, piştgiriyek jî ji Îzmîrê hat. Bi hzaran CHP'î li Konakê heta Bornovayê dest bi meşa "Edaletê" kirin.

Di pêşengiya Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Îzmîrê de, ji bo girtina Wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu şermezar bikin, dest bi "Meşa Edaletê" kirin û "Ji bo wekîlê girtî azadî" xwestin. Girseya li Qada Cumhuriyetê ya Konakê li hev civiyan, ber bi Bornovayê ve dest bi meşê kirin. Endamên CHP'ê dem dem dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Bira dîktatoriya AKP'ê biqehire" jî berz kirin. Seroka CHP'ê yê bajêr Asuman Alî Guven diyar kir ku Berberoglu bi awayekî dij hiqûqî hatiye girtin.

Meşa çalakvanan di derketina Bornovayê de bi dirûşmam bi dawî bû.