'Mafê bijartin û hilbijartinê ji destê gel hat girtin'

COLEMÊRG - Serokê Odeya Yeketiya Pîşeyî û Esnafan ê Colemêrgê Îrfan Sari, diyar kir kul i Colemêrgê tu hilbijêr ne mane, mafê bijartin û hilbijartinê ji destê gel hatiye girtin û bendbendî her ku diçe kûr dibe.

Li Colemêrgê ji ber ku 3 parlamenterên wê girtîne, havşaredarên navçeyan û endamên meclîsan hatine binçavkirin li bajar tu hilbijêr ne mane. Serokê Odeya Yeketiya Pîşeyî û Esnafan ê Colemêrgê Îrfan Sari, da zanîn kul i colemêrgê mafê bijartin û hilbijartinê ji destê gel hatiye girtin û wiha got: "Hilbijêrên ku ji aliyê gelek kurd ve hatine hilbijartin niha li girtîgehê ne. Ji ber vê li Tirkiyeyê deomkrastî di halê tunebûnê de ye. di rewşek wiha de fikar di asta herî jor de ne. gel hilbijarên ku wan hilbijartîne li cihê xwe nabînin û dixwazin van xizmetan bi qeyûmê bidin meşandin."

Sari, bi lêv kir ku li Colemêrgê maf tên xespkirin û wiha pêde çû: "Divê îktîdar di demek kinde paşde gav bavêje. Divê li vir ya girînge xwebirêvebirina gel bingeh bê girtin. Tiştên tên jiyan fikaran bi gel re çêdike û ji kolanan paşde vedigerin. Gel bi fikare û bi taybet jiyana ciwanan a civakî sekiniye. Ji ber wê jî ev bandorê li ser aboriyê jî dike. Sirgûn kirina hilbijêrên gel ên ji welatên wan tê wateya cezakirin malbatên wan û wan bixwe. Ev dibe sedema trawmayên derûnî jî. Bi vî awayî malbat hîsdikin ku hatine cezakirin. Girtina hemû hilbijêrên bajarekê tê wateya cezakirina wî bajarî."