Erdem hat berdan hevjîna wî hat girtin

ENQERE - Di çavçoveya operasyona "FETO'ê" de Muşawirê Wezareta Edaletê yê berê û Muşawirê Bilind ê Serokwezîrtiyê Bîrol Erdem hatibû binçavkirin. Erdem hat berdan, hevjîna wî hat girtin.

Di çavçoveya operasyona "FETO'ê" de Muşawirê Wezareta Edaletê yê berê û Muşawirê Bilind ê Serokwezîrtiyê Bîrol Erdem, di 3'yê Hezîranê de hatibû binçavkirin, serbest hat berdan. Hevjîna Erdem, Gulumser Erdem bi heman hincetê piştî îfadeya wê hat girtin, şandin girtîgehê.

Lêpirsîna di çavçoevay operasyona "FETO'ê" yê di 3'yê Hezîranê de ji hêla Serdozgerê Komarê yê Enqereyê ve hatibû destpêkirin û di 14'ê Hezîranê de 3 caran ser hev, ji hêla serdozgerê komarê ve îfadeya Erdem hatibû girtin, duh di saetên serê sibehê de, bi sûcdariya "Xwestiye makeqanûnê îhlal bikin" û "Rêveberiya rêxistina terorê kirine", bi daxwaza girtinê ew sewqî Dozgerê Cezayê Sûlhê kiribûn.

Piştî îfadeyê Erden bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, hevjîna wî Gulumser Erden hat girtin.

Bîrol Erdem, di 25'ê Cotmeha 2010'an de bûbû endamê Lijneya Bilind a Dozger û Hakiman (HSYK), di 21'ê Mijdara 2014''an de bûbû Muşawirê Wezareta Edaletê.