STENBOL - Di pêşengiya Însiyatîfa Ji bo Piştgiriya Girtiyan de çalakiyek ji bo girtiyan hat lidarxisitn. Di çalakiyê de bang hat kirin ku tecrîd, zext û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bikin.
Însiyatîfa Ji bo Piştgiriya Girtiyan, ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li ber Lîseya Galatasarayê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta "Ji îşkence, tecrîd û tundiya li girtîgeha re êdî bes e" hat vekirin û hat xwestin ku girtiyên nexweş serbest bên berdan. Çalakvanan aşkera kir ku tecrîda li girtîgehan, girtiyan dikuje û aşkera kirin ku pitî derbeya 15'ê Tîrmehê û îlankirina OHAL'ê zextên li girtîgehan derketiya asta herî jor.
Xizmê girtiyan Alî Dogan jî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser îşkenceya leşker û gardiyanan û wiha got: "Di dema sirgûn û sewqê de girtî tên îşkencekirin. Girtiya bi navê Evrîm Konak a li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê tê girtin, bi jinên din re rastî şideta leşker û gardiyanan tên. Dîsa li girtîgehên wekî Meletî û Tekîrdagê jî zext derketine asta herî jor."
Dogan herî dawî çalakiya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça jî bi bîr xist û piştrast kir ku heman êrîş li dijî wan jî tê meşandin û bang li civakê kir ku bibin dengê dîlên azadiyê.