AMED - Di operasyona "FETO/PDY" ya li Edliyeya Amedê hatin kirin de herî kêm 20 katîp û mubaşîr hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna "FETO/PDY" ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin, polîsan bi ser malên 20 katîp û mubaşîrên li Edliyeya Amedê dixebtin de girtin. di çarçoveya operasyonê de li cihên kar û malan lêgerîn didome û herî kêm 20 katîp û mubaşîr hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku dê hêjmara binçavkirinan zêde bibe.