STENBOL - Berî 3 rojan li Maçkayê "Nobeta Edaletê" hat destpêkirin, çalakvanan nivîsa "Edaletê" bi daran de daliqand. Welatiyên di nobedê de aşkera kirin ku heta edalet pêk bê, dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Di pêşengiya Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Stenbolê de ev 3 roj e li Parka Maçkayê ya Bêşîktaşê ji bo Wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu "Nobeta Edaletê" tê girtin. Welatiyên di saetên serê sibehê de hatin parkê, heta derengiya şevê li parkê nobedê digirin. Di ketina parkê de polîs li gelek cihan lêgerînê pêk tînin, li jora parkê jî maşîneyê TOMA hatine bicihkirin.
Gelkek nunermend, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerên ku tên parkê, platformeke hevbeş hatiye avakirin û li parkê bêhiqûqiya li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin. Ji derveyî platformê, dem dem muzîka kurdî û tirkî jî tê vekirin, kilam û stran tên gotin. Di çalakiyê de xala herî girîng dirûşmên "Em nebin hevkarê faşîzmê" tê berzkirin. Dîsa gelek endamên DÎSK, TMMOB, KESK û TTB'ê jî ji roja ku nobed destpêkiriye heta niha, piştgiriyê didin çalakiyê.
Girseya li parkê li hev civiya ye, daxwaza edaletê dike û li ser gelek daran jî nivîsên edaletê hatin daliqandin.