Tenduristiya Şahcan Tunen a hat binçavkirin xerab e

AMED - Di operasyonên li dijî KCD, HDK, TJA, DBP, HDP û saziyên sivîl ên civakî de di nava 3 rojan de 28 kes hatin binçavkirin. Yek ji kesên hatin binçavkirin nexweşa pençeşêrê Şah Can Tunen e. Hat diyar kirin ku tenduristiya wê dibin çavan de xera bûye.

Bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê di 14'ê Hezîranê de operasyon pêk hat û 28 rêveber û nûnerên TJA, KCD, HDP, HDK û DBP'ê hatin binçavkirin. Siyasetmedarên kurd di çarçoveya operasyona ku di sal 2016'an de hatiye destpêkirin, hatine binçavkirin. Di serdagirtinên li Amedê de herî dawî 4 kesên din jî hatin binçavkirin. Bi van 4 kesan re, hejmara kesên hatine binçavkirin derket 28'an. Hat gotin ku di çarçoveya heman operasyonê de, der barê gelek kesan de biryara binçavkirinê heye û dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe. Yek ji kesên hatin binçavkirin nexweşa pençeşêrê Şah Can Tunen e. Hat diyar kirin ku tenduristiya wê dibin çavan de xera bûye. Turen, bi riya parêzeran agahi da û diyar kir ku tenduristiya wê xera dibe.

26 siyasetmedarên ku hatine binçavkirin navên wan wiha ye: Nalan Gozden, Mehmet Guzel, A. Baran Dag, Sîbel Îldan, Ercan Aslan, Yuksel Baran, Zeynep Altinkaynak, Sara Aktaş, Ayşe Gokkan, Şah Can Tunen, Salih Keleş, Selahaddîn Kaygusuz, Hatîce Uçar, Kerem Duruk, Necla Nergîz, Sîbel Elvan, Devran Balkaş, Hasan Înatçi, Helbest Îlkan, Cengîz Sokmen, Paşa Şeker, Ebubekir Budak, Ayşe Yagci, Evren Ortaç, Hanim Ayhan û Gul Kiziltaş.