REQQA - Sivîlên ji DAÎŞ'ê reviyan, pêl li mayinê kirin û mayin teqiya. Di teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn.
Operasyona Cenga Mezin a QSD'ê ku li dijî Reqqayê dest pê kiriye bi şerê dijwar berdewam dike. Heta niha QSD'ê li Reqqa 4 tax ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin. Sivîlên ku di destê DAÎŞ'ê de bûn dema ji destê DAÎŞ'ê reviyan pêl li mayîna DAÎŞ'ê kirin. Li taxa Romanî sivîlên ji DAÎŞ'ê reviyan pêl li mayinê kirin û jinekê ji yana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn.