ENQERE - Li ser binçavkirina Mugan Ekîn a 44 roj derbas bû. Bavê Ekîn, Esat Ekîn ji ber ku rayedar keça wî bê dîtin tiştekî nakin îsyan dike û diyar kir ku ji bo dengê xwe bidin bihistin dê bi malbata xwe re li ser Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê bikin.
Mujgan Ekîn a ku ji Amedê çû Enqereyê û di 24'ê cotmehê de bi taksiyekî ve çû semta Batikentê û li wirj i aliyê polîsan ve hate binçavkirin, ji Ekîn 44 roj in agahî nayê wergritin. Bavê Ekîn, Esat Ekîn ê ku ji keça xwe nikare agahî bigire piştî 2 rojan çû Enqereyê û helw dide ji wê şopekî bibîne.
Di encama hewldanan de Ekîn xwi gihand ajokarê taksiya ku keça wî lê siwar bûye, Sedat Çîftçî. Ajokarê taksiyê got ku bi muşteriya xwe ya ku dibe ku Mujgan Ekîn e re dema ku diçûn wesayîtekî "Ford Focus! ew şopandine û piştre jî pêşiya wan ji aliyê wesayîtekî "Fiat Doblo" ve hatiye birîn, kesên ku ji wesayîtê daketine yên sivîl nasnameya xwe ya polîsan nîşan adne û rêwiya di taksiyê de weke "bombekar a zindî ye" binçav kirine.
Li ser vê agahiyê Ekîn bi vê re serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dide û di 17'ê mijdarê de îfadeya ajokar tê girtin, dosyaya ku tê vekirin jî ji Amîriyeta Buroya Kesên Winda ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê dewrî Midûriyeta Têkoşîna bi Terorê dikin lê lige evqas dem derbas bû jî xwe negihand şopên Mujganê.
LI HEMBERÎ XEMSARIYÊ ÎSYAN KIR
Ji wê rojê heta niha Ekîn serî li rayedaran dide lê ji ber ku tiştek nayê kirin, xemsar nêzîk dibin îsyan dike. Ekîn ê gotina "em dizanin ku keça min di destê dewletê de ye" bi kar anî got ku wekî bi nêzîkatiya "çima tu lê digerî" tê.
'BERPORSYARÊ YEKEMÎN DEWLET E'
Ekîn wiha berdewam kir: "Ewqaz aciz in ku naxwazin em bigerin. Di encama lêkolînên me de em difikirin ku keça min di destê dewletê de ye. Ger ne di destê wan de be jî divê ev dewlet keça min berde. HEke dewlet dibêje ez vî welatê bi rêve dibim wê demê divê vê zarokê bibîne. Ger nayê dîtin berpirsyarê yekemîn dewlet e."
'EM Ê LI BER MECLÎSÊ BISEKININ'
Ekîn destnîşan kir ku bi Mujganê re 12 zarokên wî hene û hemû jî bi zehmetiyan mezin kiriye, heke keça wî neyê dîtin, ji bo dengê xwe bidin bihistin dê bi hevser û zarokên xwe ve li ber MEclîsê çalakiya rûniştinê pek bînin. Ekîn wiha axivî: "Ez ê hemû malbatê bînim Enqereyê. Em ê li wesayîtê siwar bibin û li ber Meclîsê heta keça min bê dîtin bisekinin."
Ekîn ê ku li Amedê dijî diyar kir ku ji salên 90'an heta niha bi malbata xwe re bûne şahidê "kuştinên kiryar nediyar", windakirinên di bin çavan de.
Ekîn wiha got: "Gelo em careke din vegeriyane salên 90'an. Ên ku ev welat vegerandine dojehê, zaroka ku 30 sal in me mezin kiriye di rojekî de winda kirin. Dewlet tenê zarokên xwe diparêze. Heke dewlet zarokên me nikare biparêze bêedaletî heye. Bi nan, baca me ve ev dewlet li ser piyan e. Ev rewşekî şermê ye. Ez keça xwe ji dewletê dixwazim."
'JI BER KU EZ KETIM NAVA FIKARAN AGAHÎ NEDA ÇAPEMENIYÊ
Bavê Ekîn, 35 roj piştî windabûna keça wî, sedemê parvekirina bûyerê ji çapemeniyê raya giştî re wiha vegot: "Piştî keça min winda bû me serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da. Me got dibe ku di bin çavan de be. Êdî kesên tên binçavkirin 30 roj dibin çavan de tên girtin. min got ger tiştek dernekeve dê bê berdan û ji bo zehmetiyan ne jî min agahî nedan çapemeniyê. Tirsek min a wiha hebû."
Meta Ekîn emîne Ozbek ku li Amedê serî li ÎHD'ê da diyar kir ku ew di nava fikaran dene û tiştên tên jiyîn wekî bûyerên salên 90'î bin av kir. Ozbek, da zanîn ku li navenda Enqereyê ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin, tê windakirin û wiha pêde çû: "Piştî çû Enqereyê hêj 24 saet derbas ne bûn tê binçavkirin. Ev 44 roje ligel hemû hewldan û serlêdanên me hêjî em aqûbeta wê nizanin. Birazaya min ji aliyê polîsên Enqereyê ve hatiye binçavkirin. Ligel ku me serî li midûryeta polîsan da jî hêjî bersivek nedane me. Ger li Enqereyê çûkek jî bifire îstîxbarata dewletê dizane lê derbarê Mujganê de tiştekî ji me re nabêjin. Em aqûbeta keça xwe dipirsin ji ku tînin bila bînin."
'GER EM AGAHÎ NEGIRIN EM Ê BIMEŞIN ENQEREYÊ'
Ozbek, anî ziman ku ji aqûbeta Mujgan Ekîn hikûmet û Erdogan berpirsyare û wiha domand: "Tun sûcê keça me tune ye. Demekê li Ozgur Gun TV'yê pêşkêşvanî dikir û endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê ye. Em keça xwe ji dewletê dixwazin. Ger di nava vê hefteyê de aqûbeta Mujganê dernexînin holê em wekî malbatê wê dê bi biçin Enqereyê û çalakiyan li dar bixin. Ger hûn dewleta hiqûqê ne wê demê derbarê aqûbeta Mujgan de agahiyekê bidin me. Ger ji aliyê polîsan ve hatibe binçavkirin jî divê were lêpirsînkirin. Ji ber OHAL'ê em destpêkê bêdeng man me got 30 roj demê binçaviyê heye. Lê me dît piştî mehekê tu agahî tune ne piştre fikarên me zêde bûn û em ê tu carî vê rewşê qebûl nekin."
'FIKARÊN ME JÎ ZÊDE DIBIN'
Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî diyar kir ku wan serlêdana winda ya malbatê pejiarandine û derbarê pêvajoya hatiye destpêkirin de jî ev agahî dan: "Malbata Mujgan Ekîn piştî serî li navenda me ya giştî ya li Enqereyê dan me ketin nava tevgerê. Piştre malbata cara duyemîn serî li şaxa me ya Amedê dan. Bi vê serlêdanê fikarên me jî zêdetir bûn. Me derbarê binçavkirina wê de serî li hemû saziyên neteweyî û navneteweyî dan. Li Enqereyê ger moriyek jî winda bibe dikare cihê wê bê dîtin. Ligel îstîxbarat, teknolojî û ewlehiya polîsan jî kesê hatiye windakirin kî dibe bila bibe dikare bê dîtin. Divê demek kurt derbarê binçavkirina wê de agahiyek bê dayîn. Emê heta dawiyê li pey vê doê bin. Heta aqûbeta windahiyên di bin çavan de neyên rûnîkirin dê binçaviyên korsanî zêde bibin. Ger dewlet derbarê binçavkirina Mujgan Ekîn, Taşkin Yasak û yên din de agahiyekê ne de ev tê wê wateyê ku vegeriyane salên 90'î û heta ew dem jî derbas kirine. Ev dê bi xwe re talûkeyên mezintir bîne."