Îdiaya li girtîgehê îşkence li girtiya jin kirin

WAN - Saîme Afşîn a ku bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin û rastî îşkenceya leşker û cerdevanan hatibû, hate îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa M a Wanê rastî îşkenceya gardiyanan hatiye û lingê wê yê birîndar ji 2 cihan şikestiye.


Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê Saîme Afşîn a ku li navçeya Şemzînên ya Colemêrgê bi awayekî birîndar hatibû girtin û îşkenceya leşker û cerdevanan a li wê kiribûn di çapemeniya civakî de hatibû parvekirin, hate îdiakirin ku li girtîgehê jî rastî îşkenceya gardiyanan hatiye. Bavê Afşîn, ÎHsan Afşîn diyar kir ku keça wî bi birîndarî xistine girtîgehê, li vir nehatiye dermankirin. Afşîn tiştên ku keça wî di hevdîtinê parve kir vegot.


'LINGÊ WÊ JI 2 CIHAN ŞIKANDINE'

Afşîn destnîşan kir ku îşkenceya li hemberi keça wî didome û êdî bi kursiya bi teker digere û wiha berdewam kir: "Dema ku Saîme nû şandin girtîgehê em çûn hevdîtinê, rewşa wê baş bû. Lê hefteya borî û vê hefteyê em çûn serdanê, lingê wê pir xirab bûbû û nedikarî rabe li ser piyan."

Afşîn got ku keça wî rastî êrîşa gardiyanan hatiye û lingê wê ji 2 cihan şikestiye û ev agahî da: "Li gorî gotina keça min gardiyan ketine qawîşê û li ser çavên hemû kesan li wê xistine, lingê wê yê seqet ji 2 cihan şikestiye, platîn ji cihê xwe derketiye. hevaleke wê yê xwestiye îşkenceyê rawestîne jî xwe avêtiye ser wê ligel vê yekê jî berdewam kirine, tiliyên hevala wê jî şikandine."

'BIJÎŞK PANSUMAN DIKE Û DIŞÎNE'

Afşîn destnîşan kir ku ew ji ewlehiya canê keça xwe bifikar e û wiha axivî: "Saîme xurt e ez dizanim lê ji ber ku tiştên ku jiyan kirine pir giran in baş nebûye. Şertên wê gelek giran e lê ji ber ku em xemgîn nebin tiştekî nabêje. Lingê wê nebaş e lê bijîşk tenê pansumanê dike û dişîne. Gelek pêdiviyên wê hene. Em hewl didin bi cih bînin lê me betanî bir negirtin. Keça min ji min saetek xwest min jî bir lê şikandine pîl derxistine û nedane. Em li gund dimînin dê çi bê serê keça min em nizanin."

Afşîn ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) a Wanê da û bang li parazvanên mafên mirovan kir.