Goçek: Travmaya şer li genan bi cih dibe

STENBOL - Hîndekar Elîf Akdag Goçek, diyar kir ku şer zêde derûniya zarokan xera dikin û dibin sedema travmayên mayînde û wiha got: "Beriya her tiştî teqez divê dawî li şeran bê."

Hîndekara Zanîngeha Bîlgiyê Elîf Akdag Goçek, dest nîşan kir ku şerên ol, ziman, mezheb û parvekirinê yên ji Balkanan heta Rojhilata Navîn, ji Afganîstanê heta Amerîkaya Latîn didomin bi taybetî bandorê li zarokan dikin. Goçek, parast ku travmayên ku li zarokan peyda dibin, li genên wan bi cih dibin.

‘TRAVMA LI GENAN BI CIH DIBIN'

Goçek, balê kişand ser şerên ku roja îro pirsgirêka herî mezin in û bi bîr xist ku, taliya talî herî zêde bandorê li zarokan dikin. Goçek wiha got: "Lê ne xema hemû cîhanê ye ka bandoreke çawa li zarokan kiriye, qet ferq nake. Yanî mirov dikare bibêje ku di şer de zarokan bi kar tînin." Goçek, diyar kir ku zarokên ku di bin tesîra şer de dimînin, mejêjiyê wan diguhere û di demên pêş de li zarokan ew dîmenên ku flashback (vegera rabirdûyê) jêr e tê gotin dubare di xewnên zarokan de û di bin hişê wan de xwe didin der. Goçek, got ku bi vê re heta dawiya emrê wan di cîhana zarokan de şerekî hundurîn didome.

Goçek, dest nîşan kir ku ya herî tirsnak jî ew e ku travma li genan bi cih dibin û wiha domand: "Heke kalên me yên tevlî şer bûbin hebin an jî nêvengên şerî dîtibin, ew travmayên ku wan jiyaye derbasî me jî dibin. Pevçûnên li wî aliyê cîhanê paşê bi veguhastina nav nifşan bandorê li me jî dike. Bi ya min hîn jî em vî tiştî dijîn. Dema tu li secera mirovên ku pir ji şer hez dikin dinihêrî, tu dibînî ku mirovên travmayê cidî li wan peyde bûne bi xwe ne."

‘DIVÊ EM KESÊN TRAVMAYÎ HEMBÊZ BIKIN'

Goçek, anî ziman ku mînakeke vê jî li Îsraîlê heye. Goçek, got ku tiştên di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hatine serê malbatan, paşê dema mirov kesan lêkolîn dike dibîne ku ev tişt wek genetîk hatine kodkirin û mêjî guheriye.

Goçek, bi bîr xist ku kesên ji şer direvin ji neçarî koçî bajarên mezin dikin û wiha axivî: "Wê demê bi qasî hûn dikarin hûn zarokên birîndar, kesên birîndar îzole dikin. Her derê ku hûn dest didinê, kesên ku we ew birîndar kirine bi we re dijîn. Wek civakê ne li wir û li vir, divê em dest bidin hevdu û rê li ber van travmayan bigirin. Divê bûyerên bi vî rengî neqewimin. Heke zaf bandor li zarokan bûbe, divê em wan hembêz bikin û riya tedawiyê li ber wan bixin."

‘BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ DAWÎ LI ŞER BÊ'

Goçek, wek mînak zarokên ku travmaya şer li ser wan heye nîşan da û wiha diyar kir: "Paşê dibe ku ew zarok bibe hevalê polê yê zarokê we. Dibe ku bibe zavê we û paşê neviyên we digihîne. Hûn nikarin ji vê birevin." Goçek, anî ziman ku divê hemû civak ji bo vê bi hestiyarî tevbigere û wiha got: "Beriya her tiştî divê dawî li şeran bê."

Sadiye Eser - Muhammed Dogru - dihaber