WAN - Di bûyereke li Erdîşê de 2 endamên YPS'ê jiyana xwe ji dest dabûn û di çarçoveya operasyonê de ji welatiyên bi navê Cafer Hezer (45) û bavê wî yê 80 salî Alî Hezer hatibûn girtin. Hat gotin ku Cafer Hezer ji sedî 80 astengdar e û ev 3 meh e di girtîgehê de ye.
Polîsên hêzên taybet li taxa Salîhliyê ya navçeya Erdîşa Wanê bi ser malekê de girtibûn û di êrîşa polîsan de du endamên YPS'ê jiyana xwe ji dest dabûn û piştî bûyerê ji heman malbatê Cafer Hezerê ji sedî 80 astengdar e û Alî Hezer hatibûn girtin. Tevî bavê xwe ev 3 meh in ku welatiyê astengdar di girtîgehê de ye. Bûyera di 30'yê Adarê de pêk hat, biryara veşariyê anîn ser dozê, xwediyê malê jî bi îdiaya "alîkarî dane rêxistinê" hatin girtin û li Girtîgha Tîpa F a Wanê tên girtin. Jina bi navê Ayşe Hezer (75) diyar kir ku hevjînê wê kalemêr e û kurê wê astengdar e û nikare bimeşe û wiha axivî: "Mala me rûxandin, hevjînê min û kurê min jî xistin girtîgehê."
‘ME GELEK CARA QÎR KIR JÎ NESEKINÎN’
Hezer bûyera wê şevê vegot û da zanîn ku heta derengiya şevê li mala wan mêvan hebûne û wiha axivî: "Dema mêvan çûn me deriyê xwe kilîd kir û em ê razana. Em di saet 01.00'an de şiyar bûn. Me got qey erdhej çêdibe. Mala me di bin gulebaranê de bû. Hevjînê min kir qêrîn û got 'Hûn çima wiha dikin?' Em li jêr bûn, zarok û keça min jî li jor bûn. Ew qas gulebarankirin ku di malê de şewat derket. Me canê xwe bi zorê xilas kir. Me piştre xwe avêt serşoyê, me nikaribû bêhn bistanda. Me gelek caran kir qêrîn û got ku di malê de kes tune, lê guhdar nekirin. Heta saet 3'yan gulebaran kirin. Dema gulebaran sekinî ketin hewşê. Maşîneya me bi panzerê rûxandin. Em derxistin derve û gotin 'Ferhat Dag li ku ye.' Em Ferhat Dag nas nakin. Me pirsî hûn çima wiha dikin, gotin ku 'hûn alîkariyê didin wan.'"
‘KESEK ÎNFAZ KIRIN’
Hezer aşkera kir ku destûr nedane wan ji malê derkevin û piştrast kir ku wan kurê xwe yê astengdar bi zehmetî ji malê derxistiye. Hezer da zanîn ku kesên ku jiyana xwe ji dest dane, yek ji wan sax bûye û piştre hatiye înfazkirin û wiha pê de çû "Polîs got 'hûn hêj nesekitîne' û îdia kirin ku di malê de gule berdane wan. Dema em li maşîneyê sîwar kirin, maşîneke spî ket hewşê û ew ciwan înfaz kir."
Hezer diyar kir ku mala wan rûxandin û hevjînê wê û kurê wê jî hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em li mal bû qata ser şewitandin, piştî em peya kirin her şeş qat jî şewitandin. Piştî em birin, maşîna kurê min ê astengdar jî anîn vî halî."
‘JI POLÎSAN REVÎ NE Û KETINE MALÊ’
Parêzerê malbatê Dilaver Sabak jî destnîşan kir ku ji ber ku dozger jî guheriye, hêj îdianame nehatiye amadekirin. Sabak got ku bav û kurê wî li ser îdiaya hatine girtin û wiha axivî: "Hincet jî ew e divê li ber deriyê malê endamekê PKK'ê hatiye kuştin. Dîsa tê gotin ku '3 kes ketine malê' û vê jî wekî îxbarê pênase dikin. Bêguman îdia ye. Em jî dibêjin ev ji polîsan revî ne û ketine malê. Ji ber ku li ser dosyayê biryara veşarî heye, em pê niazanin. Dê di demek nêz de derê holê. Me ji bo Cafer beg daxwazek kir, lê ji ber ku dozger çû hêj doz venebûye."