'Ji bilî yekîtiyê wekî din tu şens tune ye'

AMED - Rêveberên PSK û Tevgera Azadiyê banga "Yekîtiya Netewî" ya KNK'ê nirxandin.

Rêveberên Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û Tevgera Azadiyê banga "Yekîtiya Netewî" ya Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) û biryara referandûmê ya Herêma Kurdistana Federe nirxandin.

'MAFÊ HER NETEWÊ YÊ TAYÎNKIRINA ÇARENÛSA XWE HEYE'

Alîgirê Serokê Giştî yê PSK'ê Bayram Bozyel, diyar kir ku serxwebûn ji bo kurdan tiştekî dîrokî ye. Bozyel, got ku piştî ceribandina Komara Mehabadê kurd li herêmê û qadên navnetewî bûne xwediyê hin rolan. Bozyel, anî ziman ku biryara referandûmê hinekî jî ji mecbûrî bû û wiha got: "Ya yekemîn, sedema vê referandûmê ne kurd in, Bexda bi xwe ye. Qanûna Bingehîn bin pê kirin, kurdên sunî ji Iraqê dûr xistin. Meaşên pêşmerge û welatiyên Kurdistanê birîn. Budçeya Kurdistanê kêm kirin. Yanî kurdan ber bi biryara referandûmê birin. Kurd heta hetayê ne mecbûr in ku li destê Bexdayê binêrin. Ev biryar biryareke zaf rewa ye. Mafê her netewê yê tayînkirina çarenûsa xwe heye."

‘SERXWEBÛN DÊ PIŞTÎ REFERANDÛMÊ NEYÊ'

Bozyel, diyar kir ku li pêş hikûmeta Başûr pirsgirêkên wek Kerkuk û Şengalê hene û divê berê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Bozyel, bang kir ku divê ev pirsgirêk bi mekanîzmayên aştiyane û demokratîk bên çareserkirin. Bozyel, dest nîşan kir ku dê piştî referandûmê demildest serxwebûn neyê pîrozkirin û wiha got: "Divê li Bexda û qada navnetewî zemîna vê yekê bê amadekirin. Vê jî bibêjim, dema serxwebûn pêk bê dê tevgerên kurdan bigihêjin merheleyeke din. Dê bandoreke neyînî li ser her sê perçeyên Kurdistanê yên din jî bike. Dê baweriya kurdan xurtir bike. Dê nîşan bide ku kurd çawa xwe bi xwe bi rê ve dibin."

‘DIVÊ LI HER ÇAR PEREÇEYAN YEKÎTÎ ÇÊBIBE'

Bozyel, ji bo banga yekîtiyê ya KNK'ê jî wiha got: "Bangewaziyeke zaf girîng e. Em wek Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ji du hêlan ve li vê bangewaziyê dinihêrin. Yekîtiya li her parçeyî û yekîtiya li çar perçeyan. Îro em baş dizanin ku şert û mercên kurd tê de ne cuda ne. Mesela li Kurdistana Başûr rojev serxwebûn e, li Tirkiyeyê rewşên cuda hene. Ji ber vê yekê divê li her perçeyî yekîtî çêbibe û paşê li çar perçeyan yekîtî çêbibe."

‘BI YEKÎTIYA NETEWÎ ÇÛYÎNA REFERANDÛMÊ DÊ BAŞTIR BÛNA'

Bozyel, dest nîşan kir ku “Lê heke beriya referandûmê yekîtiya netewî pêk bê dê baştir bibe" û wiha axivî: "Îro li Kurdistanê parlemento naxebite. Ev jî kêmasiyek e. Divê parlemento bixebitiyana. Ji bo her gavekê diviya parlemento qanûn derxistanan. Referandûm bibe yan nebe, divê parlemento bixebite. Çimkî, em dibêjin li Rojhilata Navîn em demokrasiyê temsîl dikin."

‘JI BO YEKÎTIYÊ BI DERENGÎ JÎ KET'

Berdevkê Tevgera Azadiyê Ayettûlah Aştî jî diyar kir ku, li Rojhilata Navîn kurd xwedî rol û mîsyoneke girîng in. Aştî, diyar kir ku her destkeftiyeke li Başûr dê bi kêrî kurdan bê û wiha got: "Dema mirov li geşedanên li Rojhilata Navîn û têkoşîna kurdan dinihêre, dê sibê ji bo kurd û Kurdistanê baştir be. A rast bangewaziya yekîtiya netewî bi dernegî jî ket. Divê berê bihatibana kirin. Lê mirov ji kuderê xisarê vegere jî kar e. Yekîtiya netewî zaf girîng e. Çawa dibe bila bibe lê em ji bo piştevaniyê amade ne."

Aştî, dest nîşan kir ku ji bilî yekîtiyê wekî din tu şensê kurdan tune ye û wiha got: "Dewletên dagirker naxwazin kurd bên cem hev. Lê belê, divê tevgerên kurd li hemberî hev dev ji siyaseta dijminatiyê berdin. Ev pêkan e."